Êdî ji agirê cehnemê netirsin

Tirsa agirê cehnemê tirsek pîs e. Li gora tê gotin, xwedêgiravî kesên ku gunehkarîyê dikin wê herin cehnemê û heta hetayê di agirê cehnemê de bi?ewitin û qûn li wan biqete. Lê êdî rê li ber agirê cehnemê jî hat girtin, em ji wê tirsê xelas bûn.

Di 2. Fûara Bajarvanî û Teknolojî ya bajarê Antalya de, tabûta bi klîma derket mazatê. Di vê tabûtê de klîma sar û germkirinê heye.

Midurê ?îrketê Alper Sîpahî ji Lotikxanê re behsa vê tabûta bi klîma kir û got: “Me çare ji agirê cehnemê re dîtiye. Bi vê tabûta klîma, em garantî didin mirîyan ku heta sê salan di agirê cehnemê de ne?ewitin û bi azadî di tabûta xwe de bi dama û satrancê bilîzin. Bela êdî kesek ji agirê cehnemê netirse cîgerim, hecê tabûtek bi klîma bikire, emê mirî?kek qelew jî di ser re wek xelat bidinê” û da lotikan.

Ez serê we neê?înim, min ji xwe re tabûtek bi klîma kirîye gelî xwendevanan. Min mirî?ka xwe jî stend û niha ez bi savarê re go?tê wê dixwim. Êdî cehneme hebe tunebe ji vî ve û hûn sax…

Izmîr

About The Author