Evdo û Jina Axê

Li gundekî Mêrdînê axeyek bi navê Hilo û xulamek bi navê Evdo hebûn.
Axe xwediyê erd, zevî û keriyên pezan e. Jina Hilo pirr xwe?ik û bedew e.

Xulam jî bi ?ev û roj karê Axê dike. Dihere ber pez, ji ber pez vedigere, dihere nav erd û zeviyan. Ne ?ev lê heye, ne jî roj. Ji dema razanê pê ve sekin lê tune ye; tenê dema serê xwe datîne ser balîfê û radikeve, hinekî xwe rehet dike.

Evdo dema zarok bûye, dê û bavê wî çûne ser rehma Xwedê û li ber destê Hilo axa mezin bûye. Zaroktiya wî, xortaniya wî li cem Hilo axa derbas dibe.

Axe bi Evdo kêf kiriye, Evdo ji heft keran bêtir dixebite; karê deh zilaman dike.

Roj bi roj Evdo mezin dibe û herwiha bi mezinbûna wî re, xwestek û daxwazên wî jî diguhere. Evdo ne Evdoyê berê ye û dixwaze ji gund bar bike û ber bi rojava ve here. Dixwaze bibe malxwê mala xwe, ji kûçikayiya Axê xelas bibe.

Axe fêhm dike ku Evdo dike ji nav lepên wî bireve. Dikeve tev, ew ê yekî wek Evdo ji ku pêde bikira? Heger Evdo ji nav lepên Axê bireve, avê here qûna wî; Axe bi vê ba? zane, lewma jî ji bo Evdo wenda neke, li planekê, li rê û rêbazekê digere û wê rê û rêbazê dibîne jî. Dibêje, heger ez vî kerî bizewicînim, ew ê ji mecbûrî bimîne û dê bi tu deran de nare.

Werhasilî kelam Hilo Axe, Evdo dizewicîne.

Lê jina ku ji Evdo re dixwaze ji kerekê kertir e. Tu di xewnên ?eva de wê bibînî, rabûneke kîrê te hebe jî, nema radibe. Mahdê kûçikan jê dixele. Dema xwe tazî dike, mirov li mêraniya xwe, mêraniya mirov jî li mirov digere.

Mehek, du meh, sê meh… Rojekê Axe li mal e û derdora wî jî tije zilam in. Bi qudra Xwedê Evdo jî dikeve hundir. Li ber devê derî, li nav sol û ?ekalan xwe bera erdê dide. ?êwireke germ li hundirê odê digere, derew, qerf, fesadî, pa?gotinî û quretî li hewa dilîzin… Axe difitile ser Evdo û jê dipirse:

“Law Evdo, dema dibe ?ev û tu diherî nav nivînê wê barûta jina xwe, çawa kîrê te lê radibe kuro? Tu çawa niyhandinê lê dikî?” û dibe hakehaka wî û dikene. Bi hakehaka wî re, zilamên li dora wî jî dibe hakehaka wan…

Evdo li hundirê odê yek bi yek li wan zilaman dinêre û çavên xwe li ser Axe disekîne. Dibê:

“Xebera te ye. Ew jin ne jina ku mirov tênê. Dema ez diherim nav nivînên wê, enterîk û lambeyan vedimirînim, xwe bera ser dilê wê didim, herdu çavên xwe digrim û jina te tînim ber çavên xwe, wê çaxê hema tê bê ez niyhandineke xwe? lêdikim. Hew ez zanim û hew Xwedê zane…”

About The Author