Cewrên dêlika Asenayê Amed herimandin

Partîya Seg û Gurên Tirkiyê MHP, talîya talî gîha miradê xwe û li Amedê mitînga xwe çêkir û serokê wê Devlet bahçelî têra xwe ewtîya, zûrîya û da zîtirkan.

Balkê? e, yanî qa?o Amed keleha berxwedanê, bajarê azadkirî û ?an û rengê Kurdewarî bû. Lê MHP ev keleha pîroz bi zîtirkên xwe herimand û xwelîya heft gundan bi serê Kurdan dakir. Kurdên ku gerek rê nedabûna MHP û nehi?tina ku Bahçelîyê kurê Asenayê ji balafirê jî dakeve, qet xema ti?tekî nexwarin û ti?tê ku berî 16 salan anîn serê Alparslan Turke?, nanîn serê Devlet Bahçelî.

Nizanim belkî ev jî elameta roja qiyametê be, belkî jî Kurd bi navê demokrasî û mirovatîyê xwelîya 10 tenûran bi serê xwe dadikin ku rê didin partîyên mîna MHP , CHP û Partîya Reco. Halbûkî van herdu partîyan di dîrokê de nîhane kefenê 101 bavê me Kurdan û yeka me nekirine dudu. Lê me jî daye dû qûna bratî, demokrasî û mirovatîyek sexte û ji wan re derî vedikin ku bên bi rehetî li Kurdistanê zîtirkên Tirkane bavêjin û serê xelkê bikin ?orbe. Eynen wek sala 1071 çawa ku Kurdên ehmeq derî ji Tirkan re vekir û Tirkan jî Kurdistan dagîr û talan kirin.

Axir, MHP gîya meqseda xwe. Ji Amedê wekîlan derdixe dernaxe ti?tekî din e. Lê dolheraman Ameda me herimandin û bêhna tirr û fisan jê fûrandin.

De xwedê ahê Kurdan ji kesî re nehêle rebbî…

Xançepek

About The Author