Kurdî, Kurd, Kurdistan

VonLotikxane

Jul 2, 2011

Kurdî, Kurd, Kurdistan.
Navê vê erdnîgarê çima Kurdistan e?
Ji ber ku kurd lê dijîn; welatê kurdan e.
Navê vî netewî çima kurd e?
Ji ber ku bi kurdî dipeyivin.
Kurdî tune be, kurd jî tune ne. Kurd tune bin, Kurdistan jî derew e.
Gelo em ê çi wext qîmet bidin zimanê xwe?
Em ê çi wext ji zimanê xwe hez bikin û xwe bikin qurban?
Civaknasek wiha dibê: “Ne zimanê netewekî, netewê zimanekî heye”
Em çi netew in?
Zimanê me çî ye?
An jî em netewê kîjan zimanî ne?
Pi?tî lêrasthatina vî wêneyî, qidûmê min ?ikest. Ziman ji min xeyîdî; ji me xeyîdî; ji xwe xeyîdî.
Pi?tî lêrasthatina vî wêneyî, ziman bi min keniya; bi me keniya; bi xwe keniya.
Ziman ji ber nivîsa li bin vî wêneyî, giriya, giriya û hey giriya. Ji hêsirên wî xwîn herikî, jan herikî, ê? herikî; ji hêsirên wî ez pê hetikîm, em pê hetikîn, ew jî li xwe heyirî…
Nizanim çima, lê ev wêne hîn jî li wir digirî, hêsiran dibarîne, xwe dixeniqîne û hayê kesî jê tune ye. Ne li ser hi? û bala kesî ye. Ne xema kesî ye.
Ne pir girîng e, taliya talî zimanek e. Bi hezaran ziman mirine, ev jî bimre, ne pirsgirêk e û dinya jî xera nabe.

Ez werim ser mijara xwe. Ez ê ji Qosera Mêrdînê biçûma Amedê. Ez li trimbêlê siwar hatim û ber bi Amedê ve herikîm. Ez li kêleka ajovan rûni?tibûm. Yanî li ?ifêrmahelî.

Li navenda bajêr, ez li vî wêneyî, li vê sosretê rast hatim. Ez keniyam, ez hêrs bûm, ez behecîm û dilê min bi min, bi vî zimanê bindest û bêxwedî ?ewitî.

Navçeyeke wek Qoserê ku bi sedan, nivîskar, hunermend û rew?enbîrên kurd jê derketine, ?aredariya wê ev wêneyê ecêb li navenda navçeyê daliqandiye û li binê vî wêneyê ecêb jî ev nîvîsa beradayî nivîsîne.
Qey bêxwedî ye?

Qey malê gêwir e?
Ê de li talên xin law!… (Ji qewla camêrekî)

?aredarî di destê partiya kurdan de ye. ?aredar kurd e. Rêvebirên wê kurd in. Xebatkarên wê kurd in. Min digot qey ziman jî kurdî ye…

Qebheta herî mezin çî ye, hûn zanin?

Dibe meriv bi kurdî nizanibe. Eyb e, lê ne qebhet e. Tu ?aredar î, ev der ?aredarî ye, hûn rêvebir in. Hûn ji bo ziman, çand, wêje û hunera kurdî ji nav diranên neyaran rizgar bikin, hewl didin, dixebitin. Lê mixabin bi van kirinên we, hewcedarî bi neyaran namîne. Ji xwe hûn têra xwe îmana zimên teneke dikin.

Heyran, ev di vê ?aredariyê de qey kesên kurdîzan tune ne? Ma qey di navçeyeke wek Qoserê ku ji dused û pêncî hezar kes pêk tê de yekî/e ku zanibe bi kurdî bixwîne, binivîse tune ye?

Nabe, lê bila wiha be.

Dem dema teknolojiyê ye. Bi rêya telefon û înternetê, tu karî xwe bigihîne hezar kesên kurdîzan. Lê hûn vê nakin, hûn ti?tê herî girîng li ser guhê xwe re davêjin, pa?guh dikin û diherin nîvîseke wiha beradayî dinivîsin û kenê gura bi xwe tînin.

Ev bê cidiyetî ye. Bê hurmetî ye. Û biçûkdîtina zimên e…

Hûn karin di hundirê saetekê de bi hezaran kes li kolan û meydanan kom bikin, bînin ser hev, lê dema mijar dibe ziman, hûn zêde serê xwe pê re naê?înin.

Bi salan e kurd serî radikin, ber xwe didin. Sedem çî ye?

Bi salan e kurd dimrin, tên binçavkirin, tên sirgûnkirin, gundên wan tên ?ewitandin, li ser axa wan, li ber çavê wan bi namûs û xîreta wan tê lîstin, sedem çî ye?

Bi salan e li ser vê axê xwîn dirije, ?er, pevçûn, alozî kêm nabe, sedem çî ye?

Ziman, ziman, ziman e…

Vê ba? têxin serê xwe û ne li ser, di nav mejiyê xwe de binivîsin, heta ku ziman azad nebe, hûn ê jî azad nebin.

Azadbûna bêyî ziman, xwexapandin e!

Dibe ku hûn azad bibin, lê hûn ê ne hûn bin. Ji ber ku wê bi genetîka we bê lîstin. Hûn ê wek neyarên xwe bifikirin, bipeyivin, bigrîn, bikenin û hîs bikin.

Neyarên we wê bi ?eraba serkeftinê serxwe? bikevin, hûn ê jî di nav girêza wan de bifetisin.

Ne ku ez li ber we dikevim, ez li ber vî zimanê qedîm, ?êrîn û dewlemend dikevim. Heyf û xebînet ku em netewa vî zimanî ne…

Ez dixwazim bi vê biqedînim: “Pirsgirêka Kurd” ên kurdînizan tune ye. Yekî/e ku bi kurdî nizanibe û tenê bê ez xwe kurd hîs dikim, ziman hebe jî dibe tune be jî, xwe dixapîne.

Ziman, man û neman e. Ziman Kurdistan e!