Terorîstê wan tirr ji terorîstên me berda

Ewrûpî hema bi qûna terorîstîya kesên Rojhilata Navîn girtine û bernadin. Kesên ji Rojhilata Navîn tirrekê jî bikin, hew we dît navê terorîstîyê bi tirra wî vekirin û ew xistin dosya reş, dinya lê herimandin. Lê derket holê ku terorîstên wan tirrê ji terorîstên Rojhilata Navîn berdidin û kujtina zarokan û mirîşkan li cem wan wek hev e.

Li Norwêçê qiyamet rabû. Kesê Norwêçî Anders B, bi cebilxanê ket nav zarok û xortên ku çûbûn kampa seyranê û wek mirîşkan ew dan ber gule û fîşekên demançe û keleşkofan. Li gora tê gotin, heta niha bi kêmanî 92 zarok û xort kujtine û dêqehpo wek tajîyê ku bide dû kîroşkê dabû dû kujtina wan ciwanan.

Êêêêêêêê Ewrûpîno! Mirovparêzno! Îcar kî terorîst e oxlim?

Terorîstên we tirrên mezin dikin yan ên me?

Werhasil, xwedê ji terorîstan re nehêle rebbî. Hema çi kesê ku mirovên bêguneh, bê sûc û sebeb bikuje, xwedê kerek Şamî bera ser wan de û xelas..

Oslo

About The Author

3 thoughts on “Terorîstê wan tirr ji terorîstên me berda

  1. Kevin Kurdson, te çûye serê xwe bi terorîstekî piçûk êshandiye, dewletên wan terorîstên tirtire ne! Sedam û Molayan; Esed û Mubarekan xwedî dikin û bera ser xelkên Rojhilata Navîn didin. Îshê xwe jî bash dikin! Ev sêwelek jî neviyê wan e û ji dol û avika wan e û hew!

  2. Tik u tenè.teroristi li te piroz bit.tu tir ji Quna teroristan berda lawo.yabo bave te char gunik bù?de fermo dora hessen sabahiye.

  3. Tv ya KNN bi berfirehî dîmenan nîşan da û nûçeyê vegot, ku keçeke Hewlêrî jî li wê giravê de di êrîşa çekdarî de hatiye kuştin, mixabin.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.