Pênasa Helbestê

Nûçegihanê Beriyê

Bi salan e em li pênasa helbestê geriyan, lê her em stuxwar vegeriyan.

Me ji Şekspîr pirsî, nebû.

Me ji Pablo Nerûda pirsî, nebû.

Me ji Garsiya pirsî, nebû.

Me ji Baba Tahir û Omer Hayam û Mewlana pirsî, nebû.

Me ji Feqeyê Teyran û Melayê Cizîrî û Cegerxwîn pirsî, nebû.

Berî qiyamet rabe û bimirin, mala Xwedê hezar carî ava be, ji Batmanê xortekî porxelek ku navê wî Hamid Omerî ye derket û rabû piştî lêkolîneke dûr û kûr û dirêj pênasa helbestê pênase kir û got: „Şi’r çi ye? Şi’r ew e ku tu destê xwe deynî ser dilê xwe û bibêjî ev der Kurdistan e!“

 

About The Author