Biner ezê bi apo dim ha

Rojek ji rojan Kurdekî reben li otobosê siwar dibe û berî bi malê vedike.

Piştî ew lê siwar dibe û şûnde, pîrekek ku geda wê ya berşîr di himêza wê de tê li tenîşta wî rûdinê. Zaroka wê dest bi girî dike, zarok her digrî û jinik dike nake nikare zaroka xwe haş bike.

Mêrikê me yê reben serî lê dibe def, lê belê dengê xwe nake.

Jinika me carê bîskê pêsîra xwe derdixe dixe devê geda xwe, lê geda wê şîr naxwe. Her ku geda şîr naxwe, vêya jê re bibêje: „Biner ezê bi apo dim ha, yan bixwe yan biner apo dike bixwe“.

Carekê, du caran, sê caran…apoyê me jî xwe kerr kiriye û dengê xwe nake.

Apokê me ji rawestgeha mala xwe  dibihure, rawestgehek, dudu, sisê, çar… Lê dinere tu nîyeta jinikê û memikdayînê tune, radibe xwe nagre û bi jinikê de diteqe: „Xweha min, dêya min, te ne çiço, ne jî şîr da vî gedekî, tew bi ser de te got biner ez dikim bidim apo, te neda min jî. Ji rûyê te min çar rawestgeh derbas kirin, ez li bende te mam ku tu çiço bide min, bela te ez ji mala xwe bihurîm“.

Îcar qurban..

Bi dehê salan e ku dagîrkerên me dibêjin „emê bi Kurdan din ha“ û nadin me. Ne çiçik xistin demê me, ne jî piçek şîr. Û em rebenên xwedê jî me bi wê hêvîyê gelek rawestgeh li paş xwe hiştin û hîna jî rêwî ne…

About The Author