Qedehek wîskî vexwar bû Mam Celal

Rojekê Mam Celal di ser rêya Dokanê re berê xwe dide Silêmanîyê û ber bi mala xwe ve  dihere.

Li ser rê, li heman cîhî çav li şivanekî dikeve. Rojekê dîsa dike di ber şivên re derbas bibe, radibe ji parêzvanên xwe re dibêje ka bisekinin.

Mam Celal radibe ji trimbêla xwe dadikeve û ber bi şivên ve dihere, merhebakê lê dike û jê dipirse;

-Tu çi dikî?

-Wele ez ji xwe re wîskî vedixwim

-Ma ez jî karim bi te re vexwim yan na?

-Belê çawa, kerem bike.

Ciwamêr qedeha di paxila xwe de derdixe û datîne ber Mam Celal, qedeha wî dadigre û dest bi sohbetê dikin.

Mam:

-Te ez nas kirim yan na?

– Na wele min tu dernexist

-Çilo? Te qet ez nedîtime?

-Na wele heyran, min tu nas nekir.

-Ma tu qet televizyonan temaşe nakî? Rojnameyan, kovaran jî naxwînî?

– Wele ez sal diwanzdeh meh li van çol û çepera me, ma ezê çawa bixwînim?

– Ez Mam Celal im.

Şivan di bin çavan re lê dinere, di ber xwe de dibişire û lê vedigerîne:

-Law malneketo! Te qedehek vexwar tu dibêjî ez Mam Celal im. Tu ya diduwan vexwî tê bêjî ez Georg Bûşh im. De rabe bicehime pêxwasê heram…

Ev çîrok serpêhatîyek rast e û Mam Celal di televizyonê de behsa serpêhatîya xwe kiribû.

Erê erê dinyayê….

Dinya ji Mamo re jî nema kuro…

About The Author