Xwendevanekî me bi navê „Sofîyê Xwedêjêstendî“ nameyek ji me re şandiye û di nama xwe de gotiye:
„Birêzan, gelo ez îşev fitara xwe bi çi vekim? Di dema fitarê de çi xêr e û çi guneh e?“ û lotikek kerîkî avêtiye.
Ya Sofîyê Xwedêjêstendî, hey agir bi mala te keto!
Ma law em Zanîngeha El Ezher in?
Ma em miftî û şêx û melayên Mekke û Medînê ne go em zanibin bê di dema fitarê de çi xêr e û çi guneh e oxlim?
Te go di dema fitarê de çi xêr e?
Ma ji vê xêrê mezintir û xweştir xêr heye ya Sofî?
Hema berî fitarê bi 2-3 deqîqan têra xwe li Îsabelî Fontana binere, xêra jê mezintir tune ellawekîl, ihi!