Ma law Alman û qehremanî?

Li ser bext û wîjdanê Avestakurd û başçawîşê wê Dilbixwîn Dara be, dibêjin xwedêgiravî nivîskarê rindik û mindik kekê me Jan Dost, dest bi lotikek din kiriye û ev du sal in bi nivîsandina romanek nuh daketiye. Li gora sîxurên me yên di mala Jan Dost de dibêjin, Jan Dost du sal in ji ber komputerê ranebûye û li ser komputerê qerimî ye, nikare here mitbexê bixwe û vexwe û av û xwarina wî jê re tê ser masa komputerê.

Sîxurên me telaqên mêr û jinberdanê davêjin û dibêjin ku „tam du sal in Jan Dost di nav Kurdan de li qehremanekî digerîya lê xwedênehiştek di nav Kurdan de nedît ku wî/wê bike qehremanê/qehramana romana xwe“. Ji ber vê jî, rebeno mecbûr maye ku du xortên Alman bike qehremanên romana xwe û dest bi lotikan kiriye.

Siphan ji navê xwedê re…!

Law Jano, Dosto, xweşiko û rindiko..

Ma law Alman û qehremanî?

Kuro malnexerab, hema te telefonek ji eşîreta Lotikxanê re vekira, te emaîlek bişanda, meyê ne qehremanek lê 101 qehremanên qerase û simbêlboq ji te re bişanda bavê mino, wey! Lotikxane hêlîn, kulîn û şikefta qehremana ye ellawekîl. Hem jî qehremanên belaş û himalên Kurmancî haaaaaa!

Werhasilî kelam, Jan Dost ê me wê bi du qehremanên Alman (heke çend şûşe bîra jî di destê wan de be hê çêtire) çîroka bextewarî, rastî û felsefeyê bi me bide nasandin.

Heta payîzê li benda romana rastî û bextewarîyê bin kaka. Heke herdu qehremanên Alman berî payîzê nemirin ji xwe emê romanê bixwînin. Na heke mirin, jixwe wê Jan Dostê me du salên din jî li qehremanan bigere û hûn sax…

De romana te pîroz û bimbarek be canim cîgerim…

About The Author