Gunikreşo mîrkutek li nav serê siyasetmedarên Kurd xist

Hewce nake ez gunikreşê mezin û rebbê zilaman Îsmaîl Beşîkçî bi we bidim naskirin. Hûn wî baş dinasin û zanin bê çi qerasê zilama ye. Îsmaîl Beşîkçî yê ku jiyana xwe di ber doza Kurdan de heba kir û wek piranîya rewşenbîrên Tirk cilika bênamûsî û sextekarîyê nekişand ser serê xwe, vê dawîyê mîrkutek li nav serê siyasetmedarên Kurd xist û serê wan bera ber wan da.

Mirovê mezin û bi xîret Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, li Enqerê beşdarî civînek bi xwarin bû ku tê de siyasetmedar û rêveberên Kurd jî amade bûbûn. Beşîkçî, di civînê de dersa Kurd û Kurdistanê da van siyasetmedarên Kurd û beroşek pelûla germ bi ser serê wan dakir. Îsmaîl Beşîkçî, di axavtina xwe de dîsa wek mêran, wek mêrxasan bal kişand ser pêwistîya azadîya Kurdan û serxwebûna Kurdistanê û çewalek xist serê siyasetmedarên ku otonomî û daxwazên piçûk ji Kurdan re dixwazin.

Îsmaîlê me ziq li çavê beşdaran nerî, tilîya xwe xist çavê wan û rayedarên dewleta virqo û di axavtina xwe de got:
“Binerin cîgerim, di van deman de li ser çareserîya pirsa Kurd pir tê axavtin. Lê kesek danakeve bingeha meselê û newêre rastîya Kurdistanê bîne zimên. Halbûkî divê em rastî û bingeha pirsa Kurd biaxivin. Di navika Rojhilata Navîn de dewletek heye ku ji 40 milyonî pêk tê, bûye çar parçe, hatiye dagîrkirin û bê statu ye.Dewletên Awrûpî û dewleta Tirk tekoşîna Kurd wek terorê bi nav dikin. Divê dewletên ku Kurdistan dagîr kirine bên rexnekirin. Kurd bê nasname û bêşexsîyet hatin hiştin. Tirkiye ji bo Kibrisê federasyonê dixwaze, ji bo Kurdan çima behsa federasyonê nake? Tirkiye ji bo Filistînê serxwebûnê dixwaze, çima ji bo Kurdan naxwaze?” û da bin dûvê siyasetmedarên Kurd û Tirk.

Werhasilî kelam, mamê me Îsmaîl Beşîkçî rasterast da bin dûvê siyasetmedar, rewşenbîr û serokên Kurd û rastîya Kurd û Kurdistanê xist çavê wan. Îcar siyasetmedarên Kurd ji vê helwesta mamê me Beşîkçî şerm û fedî dikin yan nakin nizanim, lê heke çend gunikreşên wek Beşîkçî di nav Kurdan de hebûna, ez bawerim wê halê me Kurdan jî ne ev hal bûya.

De bela siyasetmedar, rewşenbîr û serokên oportonîst bi qurbana ferek gunikê Beşîkçî bin rebbî!

Enqere

About The Author