Zirtikî di nav Kurdan de

Ev demeke di Sûrî de raperîna gel li hemberî rêcîma Behsîyan heye, tevgera Kurdî jî li gora xwe dişopîne, di nav de jî cî digre, her wiha jî polîtikayên xwe li gora qizincên gelê Kurd nîşan dide û hewil dide ku gelê xwe bi zerarên herî hindik ji vê firtoneyê biparêze. Lê alah wekîl û bi sê telaqên bê fitû, tiştê ku çêdibin di nava me Kurdan de û êrîşên li ser tevgera Kurd merivan matmayî dihêle.

Weke mînak: Hin kes hene di nava ava girik de avjeniyê dikin û xwe poxek dibînin. Xwezî ji xêra xwedê re hema hêzek wan hebaye. Bi wî kundirê di mala şêx de, ne hêz û ne jî çar qirûşên van heraman hene ku pê pesnê xwe bidin. Lê dîse jî mîna zirtikan ji a xwe nayên xwarê, geh li vir û geh li wir xwe nîşan didin, fortên xwe dikin û wek golikên nav garanê toz û dûmanê bi ser serê xwe dixin.

Ragihandina wan û hebûn û nebûna wan jî PALTALK û nivîsandina di  INTERNETÊ de ye. Wey mala minê, we Kurdistan ava kir û kir tiiiiirrrrrrr!

Gelî  xwendevanên hêja, bi wê qurhana ser sînga pêxemberê Ometê, hûn dizanin bê sûnda bi quranê di meha pîroz de tê çi wateyê, ekîd hûn dizanin! Dîsa bi wê quranê, kesên zirtikî nikarin miletekî biparêzin. Dev ji miletekî berdin, bi serê şêx ew nikarin xwe jî biparêzin, nikarin li ber jinên xwe bêjin em mêr in jî.  Lê dîsa jî ji ya xwe nakevin û rewşê tevlîhev dikin. Ji xwe piştî ev mîrata internetê derket, mala bavê Kurdan xera bû. Ji ber kes nikare kesî kontrol bike û ev gemarên han jî qelemên xwe tuj dikin û davêjin vir û wir û namûsa tevgera me tînin pênc qirûşên xerabe. Xwedê mezin e…

Şîret ji bo xwedê ne, belkî ev zirtik û virtikên han rastiyê bibînin. Ji nîvê rê jî veger kar e.

Hey agir bi mala we ketino, ka hûn çi sûdê ji van êrîşên xwe dikin?

Kuro lawo hema çiqas bi dest we ve bê, qey patronê we terembêlekê, xaniyekî bide we yan jî çend hestiyan bavêje ber wê. Hey bêaqilno,  ma hûn miletekî ji bo çend qirûş û komek hestî difroşin?

De neaferim ji we re zirtikno! Ew hestî di qirika we de bimînin rebbî!

Lê ber hûn vê jî zanibin ku tevgera Kurdî we baş nas dike û zane bê çend mûyên reş û spî bi qûna we ve ne.

Di dawiyê de ezê vê jî ji we re bêjim: Hûn zanin yên ku miletê xwe bifroşe cihê wî kîder e? Dojeh e law dojeeeeehhhhhh!

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author