DÛPIŞK Û MİROV

Ji rojan rojek kalemêrek melevanîyê dike. Ew carcaran derdikeve ser zinarên bilind û asê xwe serserî dinoqîne nav avê. Carcaran jî  xwe li virde û wêde dide. Xortek li kêleka avê bi dilxweşî li durişmê wî temaşe dike. Kalemêr ji qam de ketîye, taqat pê re nemaye, ji bo ku bîhna xwe bigre,  dixwaze ji avê derkeve. Di wê encamê de dûpişkek di nav avê de xuya dike. Kalemêr hewl dide xwe ku wî ji nav avê derxine. Lê dûpişk pê vedide. Kalemêr carek din hewl dide ku wî azad bike. Carek din pê vedide..

Piştre ew xort dike hawar:

-Kalê min ê hêja, ma tu ji bo çi dixwazî wî dûpişkî ji avê derînî? Her ku tu hewl dide wî azad bikî, ew bi laşê te vedide wî!

Kalo çawa ku tu tişt nebûye,bê êş û jan û xwînsarî dibersivîne:

-Kurê min, pêvedan di tebîata (sirust) a dûpişk de heye. Lê ez mirov im, xwedî hestên evîndarî me. Ji ber pêvedana wî nikarim ji hestên evîndarî dûr bikevim. Divê ez wî azad bikim..

DU GEL Û NETEWÊ BINDEST

Kurd bi hestên mîrovhezî dixwazin azad bin..

Du gel (dewlet) mecal nade..

Bi darê zorê dan koçkirin, êşkence-lêdan û kuştin dikeve para me..

LEŞKER Û GERÎLLA

Leşker xortên gel in û dugel wan bi zorê rê dike taxa şer. Carcaran jî wan wek qurban ser jê dike û gunehên wan dixe hustîyê Kurdan da ku nîjadperestîya gelê xwe li dijî Kurdan bikaribin hê tûj bikin.

Gerîlla ew jî xortên gelê Kurd in, canfîda ne. Nabe ku ji bo tukesî xwe bidin kuştin, ango ji bo daxwazên pûç û vala nabe! Çalakîyên wan îro ne ji bo berjewendîya Kurd û Kurdîstanê ye. Divê di rewşa îro de ku Rojhilata Navîn serûbin dibe, Kurd xwe nexin nava şerekî de ku nizanîn ber bi kuderê diçe.

Ji ber ku me bi wan hestên mirovhezî tim û tim biratîya Tirk-Ereb û Farisan dixwest. Lê îro sîstem û dezgehên wan  li hawîrdora me bûne dûpişk.

Bi sebir, bi zanyarî û bawerîyek netewî divê em ji pêgirtîyên wan netirsin û ji daxwazîyên xwe yên netewî dûr nekevin.

Bi jan-êş û dilek sotî , bi awazek keserkûr bikin hawar!

An Kurdîstan an neman!

Bijî Kurd û Kurdîstan!

About The Author