Jîro, zarokekî wek navê xwe pirr jîr bû.
Di zaroktîya xwe de li dibistanê, di nav mamoste û hevalên xwe yên xwendekar de mîna wênesazekî navdar deng dabû. Te yê sûnd bixwara ku ji pişta Leonardo Da Vîncî ketîye.
Jîro jîr bû, lê qasî jîrbûna xwe jî bêhawe bû. Ne dê û bav û taxa lê dijîya, ne jî mamoste û xwendekarên dibistana ku lê dixwend  ji ber Jîro ne di tu halî de bûn. Her rojê feq li ber yekî/ê vedida. Karê wî qerf, qeşmerî û tewtewetî bû. Te kîjan kevir radikir, Jîro ji bin derdiket. Şeytan ji ber Jîro çûbû di çîyayê Erefat re derketibû…


Jîro rojekê berî ku mamoste were hundir li ber lingê kursîya wî wêneyêkî 100 dolarî çêdike. Ewqasî serê xwe pê re diêşîne, mirov wêne û pereyên rastîn ji hev dernaxe. Dema ji dûr ve mirov lê dinêrî, mirov digot qey eseh jî hinekan pere ji xwe xistîye…
Xwendekar wek ku hayê wan ji tiştekî tune li cîyê xwe rûniştine, xwe dane benda mamosteyê xwe…
Mamoste dikeve hundir û ber bi maseya xwe ve dimeşe. Dema digîhêje ber maseya xwe, destê xwe dirêjî kursîya xwe dike ku bikşîne, da ku rûnê, çav li wî 100 dolarê li erdê dikeve. Çav di serî de dibin tas. Hêdîka daqûlî erdê dibe, li ser tutukan rûdinê û bi dizî destê xwe davêje wî 100 dolarî.
Ji hêlekê ve ji bo zarokan bi xwe nehisîne, çavên xwe li ser wan digerîne û bi wan re dibişire, ji hêlekê ve jî, destê xwe li ser wî pereyî digerîne, da ku bêyî kes bibîne rahêjê û têxe bêrîka xwe.
Lê destê xwe li ser wî pereyî digerîne nagerîne, pere nayê.
Hingî neynûkên xwe bi xwêr re dixirxirîne, neynûkên wî giş diqurifin û bin wan tije gemar dibe…
Mamoste lê dinêre ku derew e û tu pere bi destê wî ve nayê. Lê dev jê naqere û her destê xwe lê digerîne…
Bi hakehaka zarokan re wek şeytan bi mamoste bikene, sar disekine. Mamoste fêhm dike ku ketîye feqê. Xwêdaneke hênik ji kejika stuyê wî xwe bera kelîşteka qûna wî dide. Li ber xwe dinêre ku hewldana wî belasebeb e û pere ne pereyê rastîn e. Serê xwe bi awayekî hêrsbûyî dihejîne û bi hêl bi ser Jîro de diqîre. Her çiqas Jîro xwe lê nake xwedî jî, bi derewa ye, lewre ji Jîro pê ve kesî nikarîbû ew wêne çêbikira û dê her kes bi kiryarên wî jî hisîyabûn…
Ne yek, ne dudu, ne sisê… Dê Jîro ji adetê derxistibû û divîyabû bêbe cezakirin.

Mamoste bi guhê Jîro digre û pê re dixeyide:
“Biqeşte here malê gû lawê pênç kîlo gû! Sibê heke bavê te bi te re neyê dibistanê, ez ê te nexim dersê. Biqeşte here!”
Jîro dibêje:
“Welle mamoste bavê min di nexweşxanê de raza ye û nikare…”
Mamoste dibêje:
“Naxwe bila dîya te bê.”
Jîro dibêje:
“Welle ew jî nikare.”
Mamoste dibêje:
“Çima kuro?”
Jîro dibêje:
“Ew jî çûye mala bavê xwe.”
Mamoste dibêje:
“Ez di derewa nim?”
Jîro dibêje:
“Sed carî…”
Mamoste bi destê Jîro digre û ber bi nexweşxanê ve diherin. Bi rastî jî bavê wî di nexweşxanê de raza ye. Mamoste li kursîya ber serê bavê wî rûdinê û dest bi gilî û gazinan dike… Hemû fihêlên Jîro yek bi yek wek mirov ta bi derzîyê veke vedibêje… Piştî ku dawîya gilî û gazinên mamoste tê, Bavê Jîro serê xwe dihejîne dibêje:
“Hahew! Hahew! Te di qirdikê min nîyho! Ma ya te jî mesele ye. Wê rojê li malê li ser pirîza ceryanê wêneyê quz çêkiribû. Min jî xwe li ber xweş kir û min tê rakir, bi wê têrakirinê re min hew çavên xwe vekirin ku ez li vir di nav lepên textor û hemşîreyan de me…