Kemalîstê Kurd pesnê Misto efendî da

Heçê ev Kemalîst û Kurdên tirşikçî li serê me kirine bela xwedê bela xwe li wan xe, xwedê wan bixesîne, xwedê ahê şehîdên Dêrsim, Koçgirî, Zîlan, Agirî û temamê şehîdên Kurd û Kurdistanê ji wan re nehêle..

Yek ji wan Kemalîstên ku bi paraşûtê daxistin nav me û kirin serok û berdevkê Kurdan Sirri Sureyya Onder, di civîna Komisyona Navxweyî ya Meclîsa Tirkiyê de dîsa zîtirkek Kemalîst avêt û qesasê serê Kurdan Mistoyê Selanîkî firand ber perê ezmanan, ew kir melayîket û pêxember.

Sirri Sureyya Onder ê ku ji lîztika “tombala”yê ji Kurdan re derket û li ser daxwaza hinekan û li ser xwîna Kurdan bû wekîlê BDP, Misto efendî li ber dilê Kurdan şîrîn dike, dike dims û hingiv û Kemalîzmê di serê Kurdên xwelîliser de dimeyîne. Sirri Sureyya efendî wek gellek ji rêhevalên xwe Kurdan, berjewendîyên Kurd û Kurdistanî dike qurbana yekî wek Kemalê mirdar û wî wek “deha, mirovê herî bi qîmet” bi nav dike. Êêêêêêê,  ku xaltîka me Aysel Tûglûk û kesên mîna wê pesnê Kemalo bidin, çima wê Sirri efendî nede heyran? Ma Sirri efendî ne ji Eyşika Ereb e!

Werhasilî kelam, toqa naletê ketiye stuyê me. Kemalîstek li ku hebe hew we dît ew anîn û kirin taca serê me Kurdên xwedêjêstendî.

Êêêêêêê, em Kurdên xwedêjêstendî jî tam xwedêjêstendî ne haaaaaaa, ma law ku em Kurd Kurd bûna,  me şivan û gavanek Kurd li şûna Sirri Sureyya Onder, Ertûgrûl Kurkçu û yên wek wan bikira serokên xwe ne bixêrtir bû?

Na na, welleh û billeh em bi kêrî pîvazek xirabe jî nayên lo….

Ê de haydê cîgerim Sirri, madem te go Kemalîzm, wey ez jî tê de bimîzim û xelas!

Konya

About The Author