Xwendevanên Hêja!
Îro piranîya dewletên dinyayê ji vê dinyaya gewrik dilsar bûne û dixwazin li ezmanê heftan dinyayek din ava bikin. Ji ber vê jî, robot û fûzeyên xwe dişînin ber perên ezmanan û li dinyayên nû digerin ku karibin dagîr bikin. Me dît ku nabe û heta bi qirdikekî wek Ehmedînejad jî fûze û firokeyên xwe dişîne ezmanê heftan, me jî wek Lotikxane biryar da ku em çek û cebilxaneyên xwe yên sererd û binerd derxin holê û em jî dest berê xwe bidin ezmanê heftan.
Şirketek Lotikxanê ya lêkolînê bi navê KURDSA hebû, me heta niha jî bi nihênî digirt û me nedixwest kes pê bihise. Ji ber ku me ew, ji bo rojên reş, yên giran û bi tofan re hiştibû.
Lotikxanê ew projeya robotan û ya computerê ku Smail Cizîrî (1106-1200) çêkiribûn, ji zû ve xistibûn jiyanê û ne li dinyayê, lê li van exterên kaînatê lêkolîn dikirin.
Salek berê NASAya Obama hêvî ji Lotikxanê kir ku Lotikxane alîkariya wê bike. Em fikirîn, me got: Madem Emerîka xwe li me girtiye û hêvî ji me dike, herweha ne adetê Kurdan e jî ku alîkariya xwegirtiyan neke, me jî KURDSAyê hinart alîkariya NASAyê.
KURDSAyê pêşî Dîwana Melayê Cizîrî da pêşiya xwe û ew helbestên ku behsa Merîxa Nehs dike şirove kirin û çû li ser Merîxê dest bi lêkolînê kir.
KURDSAyê di nava zinar û geliyan de hefteyekê geriya, çemekî boş dît û ava wî derxist ser ruyê axê. Piştre ew av bi cihukan bire ser deşt û mexeran. Li wan deşt û mexeran dest bi çandina titûn û pembû hat kirin.
Îcar eger dinya ji hinekan re teng bê, bila daxwaznameyê ji bo Lotikxanê bişînin, da em cihekî germ û nerm li ser Merîxê ji bo wan kifş bikim. Kesên ku di nava 10 deqîqeyan de daxwaznameya xwe bigihîne ber destên çawîş û başçawîşên şîrketa KURDSAyê, emê navê wan di defterek taybet de binivîsin û ji wan re %25 prosent erzanîyê bikin û belkî em xanimek ji xanimên Merîxê (ji ewên 18 salî û germik û nermik) wek diyarî pêşkêşî wan bikin.
De heydê ez derdê we nebînim. Hah!!!!
Merîx
Mazlûmê me berê xwe da Şama Şerîf
Bavê te nikarîbû qizim..
Çûn seferê, hêvîdarim venegerin ser sêhra berê