“Wê Beşar Esed bicehime û emê jî vegerin ser axa bav û kalên xwe”

Xema Efrîniyên li Atînayê Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye

Li ‘Meydana Ekserxiayê’ ya Atînayê; çi nava rojê, çi jî derengiya şevê mirov rastî Kurdan tê. Nexasim jî Kurdên Efrînê. Piraniya niştecih û mudavîmên meydanê ‘anarşîst’ in. Li meydanê

Kafeyeke bi navê ‘Alî Baba and Fourty Tastes’ ango ‘Alî Baba û Çil Dizên Wî’ hene ku hem xwedî, hem karker, hem jî piraniya rûniştvanên wê Kurdên Efrînê ne. Tevî ku her yek ji wan di demên cuda de jî hatine vê derê; derd, kûl, xem û merema wan rewşa Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Rabûn û rûniştina wan, ser û binê axaftina wan bi giştî Kurd, azadiya Kurdan û rewşa niha ku tevahiya Suriyê tê de ye.

‘Ev 17 sal in min welatê xwe nedîtiye!’

Xwediyê Cafeyê Şiyar Bekir ango Şiyarê Hesenê Ezed Axa ye. Diyar dike ku ew Atînayê Berpirsê Penaberên Kurdên Suriyê ye. 40 salî ye, 17 sal in li Atînayê dijî û bavê 4 zarokan e. Ji Keferdela Efrînê ye ku 20 kîlometre nêzî Qiriqxana Hatayê ye. Beriya bê Atînayê li Reqqayê jiyaye. Li Reqqayê şagirt bûye. Paşê cihê cil û bergan vekiriye. Rewşa aborî zora wî biriye û berê xwe daye Yewnanîstanê. Gava hatiye vir birayê wî yê bi navê Îvan Bekirê endezyarê jeolojiyê li vir bûye ku niha li Danîmarkayê dijî. Ew wekî malbata ‘Ebû Nedîm’ têne naskirin.

Şiyar Bekir diyar dike li Atînayê serê kîjan Kurdî biêşe, ew yekser amade ye û têkiliya wî û Yewnanan jî pir baş e. Rabûn, rûniştin û fikra wî, wekî tevahiya Kurdên Efrînî li ser serhildana Kurdên rojava ye. Li gorî wî çûyîna rejîma Beşar Esed nêzîk bûye û hêviya wî ew e ku Kurd bibin yek. Bekir dibêje ku heke aramî û demokrasiyeke mayînde were başûrê rojava, ewê rojekê jî nasekine û vegere, paşê jî bi kesereke kûr peyva xwe didomîne: “Ev 17 sal in min welatê xwe nedîtiye!”

‘Çepgirên Yewnanan piştevanên me ne’

Bavê Xalid ango Eliyê Mistefa, 53 salî ye, bavê 4 zarokan e û ji 1994-ê ve li Atînayê dijî. Ji gundê Celeba Efrînê ye ku 7 kîlometre nêzîkê sînor e. Beriya ku were Atînayê li gundê xwe karê çandiniyê kiriye. Piştî tê Atînayê karê boyaxkirina avahiyan dike û hê jî berdewam e.

Ew diyar dike ku 4-5 sal beriya niha li Atînayê 5-6 hezar Kurdên rojava hebûne ku piraniya wan Kurdên Efrînê bûne û berdewam dike: “Helbet ji Kobanê, Amûdê û Qamîşlo jî hebûn, lê piranî Efrînî bûn. Piştî krîza aborî ev 2-3 sal in piraniya wan çûn Ewropayê. Mirovê kî li kijan welatî hebû, berê xwe da wir.”

Bavê Xalid mirovekî siyasetmedar e. Bi salan e karê siyasî, komelayetî û çandî dike. Ev 4 sal in ku li Atînayê nûnertiya ‘Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Suriyê’ dike. Eşkere dike ku wekî partî têkiliya wan bi dewleta Yewnan re zêde tuneye, lê ji berê ve ew dostên çepgirên yewnanan in û çepgir her dem piştevanên doza wan bûne.

Daxwaza Bavê Xalid ew e ku rojek beriya rojekê rejîma Esed birûxe, gelê Kurd bigihêje azadî û aramiya xwe.

Kuştin ketiye her malê, panaberî bûye para her malbatê’

Bavê Lewend ango Fayîqê Birahîmê Hecî karê terzîtiyê dike, 36 salî ye, 11 sal in li Atînayê dijî û bavê zarokekî ye. Ew ji gundê Qermîliqa Efrînê ye ku li ser sînorê Qiriqxanê ye. Ji wan re ‘Mala Dedê’ tê gotin. Beriya ku terka welat bike, li Helebê jiyaye û li wir jî terzîtî kiriye. Sedema hatina wî jî aborî bûye.

Bavê Lewend jî endamekî Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Suriyê ye. Gava hatiye vir tevgera Kurdan hebûye. Lê paşê dîtiye ku tevger her çûye xurtir bûye. Diyar dike ku karê partiya wan li Atînayê sala 1995-ê destpê kiriye. Li Helebê jî di nav heman rêxistinê de bûye.

Tirs, xof û gumana Bavê Lewend rewşa Kurdên Suriyê ye: “Rejîma Suriyê dûr nêzîk wê here. Lê kes nizane wê kengê here. Kuştin ketiye her malê, panaberî bûye para her malbatê. Em li vir in lê dilê me li wir e. Di 5-6 mehên dawî de gelek kesên ku ji welat reviyane, xwe spartine me û me piştgiriya wan kiriye ew şandine welatên Ewrûpayê.”

Bavê Lewend dibêje; “Yekitî di dilê her Kurdekî de heye, yekitî tiştekî pîroz e” û lê zêde dike: “Divê Kurd hev bigirin birê min! Roja yekitiya Kurdan, roja şabûna Kurdan e. Ne dûr e ku şer, pevçûn û kuştinên niha li bajarên ereban pêk tên, li bajarên Kurdan jî pêk werin. Vê gavê Beşar Esed li benda fersendê ye ku li herêma Kurdan bixe. Jixwe Kurdên Şamê, Helebê û Laziqiyê reviyane hatine herêma Kurdan û li wan herêman gelek Kurd jî hatine kuştin. Bi sedan Kurdên wan bajaran îro girtî ne û birîndarên wan hene. Ji ber ku ji sedî 14-ê nifûsa Suriyê ji Kurdan pêk tê, di nava artêşa Suriyê de hejmareke mezin leşkerên Kurd hene û di van şer û pevçûnan de gelek leşkerên Kurd jî têne kuştin. Ew neçar in, li leşkeriyê ne û di şer de dibin qurbanî.”

Li ‘Navenda Çanda Kurdî ya Cegerxwîn’ karên hêja têne kirin

Îbrahîmê Mihemedê Hecî Emer, 37 salî ye, 12 sal in ku li Atînayê dijî û bavê du zarokan e. Ji gundê Korana Efrînê ye ku 8 kîlometre nêzîkî sînorê Tirkiyê ye. Di atolyeya xwe de solên jinan çêdike û dide şirketan. Beriya ku bê Atînayê, li Helebê jî di çêkirina solan de kar kiriye.

Li welat kar û barê folklor û govenda Kurdî kiriye. Li Atînayê jî di “Navenda Çanda Kurdî ya Cegerxwîn” de heman karî dike. Komeleya Navenda Çanda Kurdî ya Cegerxwîn sala 2003-yê ava bûye. 30 kes hatine cem hev û li gorî qanûna dewleta yewnanistanê komeleyê ava kirine. Armanca wan geşkirina çand, ziman û kelepora Kurdan e. Armanceke din a komeleyê jî ew e ku di nava Kurdan û yewnaniyan de dostaniyekê ava bike.
Îbrahîmê Mihemed demekê Berpirsê Koma Govenda Kurdî “Hawarê” bûye, niha jî wekî endamekî çalak, ji bo folklora Kurdî kar dike. Gelek caran şagirt tên û ew wan fêrî reqs, dîlan û govenda Kurdî dikin.

Du bira; yek avahîsaz, yek tercûman

Evdirehmanê Derwêş û Ezîzê Derwêş du bira ne. Evdirehman 30, Ezîz 28 salî ye. Ew bixwe jî ji Efrînê, ji gundê Keferzîtê ne. Evdirehman 9 sal in, Ezîz jî 8 sal in ku li Atînayê dijî. Her du jî di çêkirina avahiyan de kar dikin. Ezîz her wiha ji bo rêxistineke sivîl a Amerîkî karê tercûmaniyê dike. Her du jî diyar dikin ku gelek caran ew di xewnên xwe de gundê xwe dibînin. Armanca wan a sereke ew e ku rojek beriya rojekê vegerin welatê xwe.

Atîna

Rûdaw

About The Author