Gava em zarok bûn me digot: Her tişt li ba Ereban Sabûn e.
Îcar vê şoreşa Sûrî hovîtiya behsiyan dîsa li ber çavên me rayêxist û isbat kir ku ev bêbavên behsiyan hov kurê hovane.
Wêneyê hovîtiya van qûnreşan di Fêsbokê de ez şaşo maşo kirim. Kuro lawo ker jî ji van bêbavan nafilitin. Ê de em û xwedê û ew û xwedê û xwedê heqê van keran ji wan re nehêle.
Mane wê salê we dît gava Talîbanan bi topan êrîşî heykelê bûda kirin, di peyre xwedê xezeb li wan rakir û ew taro mar kirin û nehiştin ku li şaşika xwe bibin xwedî.
Gotinek din heye dibêjin: Gava ecelê mîroyê tê per pêve çêdibin.
Îcar bi wê quranê ecelê behsiyan hatiye û li ber sikrata mirinê ne, ji ber vê jî ker jî ji wan nafilitin.
Ez jî dengê xwe tev li şoreşgerên Sûrî dikim û dibêjim:
Yela Irhel ya Beşar û yesqut nîzam.

![beshar alesd[1]](https://i0.wp.com/www.lotikxane.com/wp-content/uploads/2011/09/beshar-alesd1.jpg?resize=600%2C320)
Bratîya gelan pê girt
Egîtê Kurdperwer û generalên çeqilmast
Aqilmendîyek hevbeş, rêveberîyek pêbahwer