Macar jî Tirk derketin law!

Li Nisêbînê yekî bi navê „Cercûr“ hebû.  Me jê re digot „xalê Cercûr“. Berî salên 1980î, pê?mergeyek ji Kurdên ba?ûr bi brîndarî tînin Nisêbînê û wî tedawî dikin. Pi?tî dewlet pê dihese ku ew ne xelkê Tirkiyê ye, wî digrin û davêjin hepsê.

Axir, çend xortên me diçin cem xalê Cercûr û jê re dibêjin: „Xalê Cercûr, hal û mesele ji vê ye. Bela yê pê?merge di mehkemê de bêje ez kurê Cercûr im, tu jî qebûl bike û bêje erê welle kurê min e ji bo rebeno bê berdan“.

Xalê me Cercûr dibê: „Temam, ev û ne ti?tekî din, ehlen we sehlen, ser seran û ser çavan“.

 Roja mehkemê tê, yê pê?merge dibêje: „Ez xelkê Tirkiyê me, kurê Cercûr im. Heger hûn bawer nakin, aha vaye jê bipirsin“.

Çima hûn nabêjin xalê Cercûr xwe ji bîr kiriye û hinekî jî ketiye kelecanê. Hema li yê pê?merge dinere û dibêje:“Te go çi, ez bavê te me? Law min kengî nîhaye dêya te?“ û rebenê pê?nerge derewîn derdixe.

Îcar mesela me jî li ser Macar û Tirkan bû.

Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin xwedêgiravî serokê Partîya Jobbîk a Macaristanê Gabor Vona gotiye: „Em û Tirk brayên hev in, eslê me yek e û em jî ji qebîla HÛN in. Em torinên Atîlla ne“ û tirrek kiriye.

Ê law oxlim, Macaristan li kuuuuu û Tirkên Hûn li ku?

Ji qewla xalê Cercûr ve, ma Tirkan kengî nîhaye dêya we ku hûn torinên Atîlla bin ewladim?

About The Author

5 thoughts on “Macar jî Tirk derketin law!

  1. Di bin dara hinarê de nîhane hev dolheraman bûne bela serê Kurda, kok li wan biqele rebbî

  2. Mecero rast gotiye, tirk û mecer ango (hingarî) ji dolekê ne, her dû millet Altai-Urali ne, ango pismamên Mogolane, kû hemmî pêkve acûc-û-macûc in. Xwudê me bistirênê! Ew dolheram û kîrquzdê bûne hoyê hemmî cûrek fitne û gellaciya li ser ruwê Erdê.
    Silav

  3. law bi 11 telaqe bi fito u bi sare bashcawise lotikxane kim
    ku mesle meccaristane wek ya xale me cercur be
    min heta niha nihaye 5e mecari ez dibe we kurd bin hun dibe ciiiii

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.