Qendîl bi mij û dûman e

Heta berî hevdîtina Ocalan û parêzerên wî bi 1-2 hefteyan jî her tişt temam bû. Ocalan bi piştrastî digot ku “Min û dewletê li hev kiriye, em hatine asta avêtina gavên pratîk” û mizgînîya aştîyê dida me.

Kêfa me hat. Me go de wê Ocalan û dewlet li hev bike (ji ber ji Ocalan pêve tu mixattap di nava PKK û BDP de tunene), şer bisekine û êdî bêhna xwînê ji Kurdistanê neyê. Lê hevdîtina dawîn a Ocalan û parêzerên wî Kurd xeyalşikestî kirin û xuyabû ku wê dîsa dest bi rijandina xwînê bê kirin.

Ocalan eşkere digot ku “Ez xwe vedikşînim” û mizgînîya roja nexêrê da me. Di van gotinan de xuyabû ku hevdîtinên Ocalan û dewletê (heta berî çend rojan jî kesî nizanîbû kî bi Ocalan re hevdîtinan dike, çi kes in û çi dixwazin. Lê vê dawîyê di înternetê de derhet holê ku kesên bi Ocalan û PKK re hevdîtinan dikin endamên Dezgeha Ewlekarîya Tirkiyê MÎT ê ne û hetta serokê MÎT ê Hakan Fîdan jî beşdarî van hevdîtinan bûye) ne samîmî ne û heke samîmî bin jî, hinek alîyên di nava dewlet û PKK de wê samîmîyetê têk dibin û nahêlin dengê çek û sîlehan bisekine. Ji ber vê ye ku Ocalan di hevdîtina xwe ya dawîn de digot “Herdu alî jî min wek taşeron bi kar tînin”.

BDP di hilbijartinan de astek bilind bi dest xist, 36 wekîl derxistin. Heke BDP bi siyaset û armancek aqlêselîm bimeşîya, wê di meclîsê de karîba tiştên gellek baş bikira, di guhertina makzagona 12 Îlona faşîst de rola xwe bilîzta û di avêtina hinek gavên demokratîk de bibûya alîkar. Lê xuyabû ku 36 wekîlên BDP û rola wê hinek alîyên sererd û binerd tirsandin. Ji bo ku BDP di guhertina makzagon û pêkanîna demokrasîyê de rola xwe nelîze û her tişt bi qîma AKP, CHP û MHP bimîne, BDP ji dewrê hat derxistin. Helbet ji ber ku BDP jî nikare û bi xwe ne bawere siyasetek serbixwe û xwedî îrade bimeşîne, neket meclîsê (ji ber vê Selahattîn Demîrtap got “Em di siyaseta dora masê de ne şareza ne) û li gora min hat lîztika hinek alîyan. Daxuyanîya Ocalan, neçûna BDP a meclîsê û şerê li Farqînê hevdu temam kirin, pêvajo xitimî, hat xitimandin û berê mij û dûmanê berê xwe da ser çiyayê Qendîlê û başûrê Kurdistanê.   

Helbet di derketina alozîyan de rola siyaseta AKP û Erdogan jî pir e. Erdogan soza çareserkirina pirsgirêka Kurd da xelkê û hêvî û alîkarîyek mezin ji Kurdan stend. Lê Erdogan tenê xwest û dixwaze bi çend gavên piçûk wek TRT6 û wekî din çavê Kurdan biseyîne û dilê wan xweş bike. Gerçî Erdogan pirsgirêka Kurd bi temamî çareser bike jî, belkî hinek alîyên di nava dewlet û PKK de sedemên din derxin holê û nexwazin aştî çêbibe. Wê nexwazin, ji ber ji vî şerê qirêj bi milyon dolaran pare tê qezenckirin. Kurdistan guzergaha bazirganîya narkotîka Afganistan û Îranê ye. Ji vê bazirganîyê endamên artêşa Tirk, dewleta kûr û çeteyên narkotîkê milyon dolaran qezenc dikin û hetta bi trimbêlên xwe jî wê narkotîkê dikşînin Tirkiyê û dewletên Ewrûpayê (îtîrafkarên Ergenekon û JÎTEM ê pir vekirî ev eşkere kirin).

Sedemek din ya berdewamkirina şerê çekdarî bêguman statu û destketinên başûrê Kurdistanê ye. Statu û destketinên başûrê Kurdistanê wek xincerekê li ser dilê Tirkiyê û Îranê sekinî ye. Herdu dewlet wek îmana xwe zanin ku wê rojekê Kurd û Ereb li hev nekin û wê Kurd serxwebûna xwe êlan bikin, bibin dewletek serbixwe. Ha îsal, ha jî 10 salên din ferq nake. Serxwebûna başûrê Kurdistanê bike neke wê bandorek mezin li parçeyên din jî bike û wê daxwaza xwestina serxwebûnê di dilê Kurdên din de geştir bike, pêşdetir bibe. Tirkiye jî, Îran jî vê baş zanin. Ji ber vê; Qendîl, PKK, PJAK ji bo Tirkiyê û Îranê bahaneyek pir başe, bahaneya ku têkevin başûr û hew jê derkevin.  

Îro rewş pir aloz e û serê çiyayê Qendîlê bi mij û dûman e. Ji alîyekî Îran û ji alîyê din jî dewleta Tirk herêmê bombebaran dikin. Amadekarîyên mezin tên kirin ku hem Îran û hem jî Tirkiye di bejarê re têkevin Qendîlê û xwedêgiravî qira PKK bînin, wê ji holê rakin. Bi taybet dewleta Tirk zixtên mezin li hikûmeta başûr û rayedarên Kurdistanê dike da ku yan rê bidin wan biçin Qendîlê, yan jî ew bi xwe bi hêza pêşmerge cîh li azadîya rayedarên PKK teng bikin. Ev jî helbet tê wateya destpêkirina şerê brakujîyê û heta bi ciyekî têkçûna destketinên başûrê Kurdistanê. Her çiqasî serok Barzanî digot û dibêje “Êdî wê Kurd şerê hev nekin” jî, lê pirê caran şer tê devê derîyê meriv û meriv bixwaze nexwaze xwe di nava şer de dibîne, mecbûrî şer dibe. Ji ber vê ye ku serok Barzanî di axavtinek xwe de digot “Em bê çare ne”. Ji alîyekî PKK hesasîyet û destketinên başûrê Kurdistanê li ber çav nagre û ji xaka başûr êrîşî Îran û Tirkiyê dike, ji alîyê din jî Tirkiye bi rêya Amerîkayê zixtan dide rayedarên Kurdistanê ku PKK ji xaka xwe biqewirînin yan jî rê bidin wan ku ew PKK ji Qendîlê derêxin. Aha bêçaretîya ku serok Barzanî dibêje ev e. Wek ku bav û kalên me dibêjin, “Jor simbêl e, jêr rîh e”. Yan jî, “Serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye”.

Serok Barzanî baş zane ku dewleta Tirk dixwaze bi kevirekî du çûkan bikuje. Ji alîyekî dixwaze PDK-Barzanîyan û PKK bîne himberî hev, şerê Kurdan bide destpêkirin û statuya ku îro başûr bi dest xistiye têk bibe, ji alîyê din jî dixwaze bi bahaneya PKK têkeve başûrê Kudistanê û di başûr de bi cîh bibe, herêmên tampon çêke û hew ji başûr derkeve. Çawa ku dewleta Tirk ji bo çend Tirkên Kibrisê Kibris dagîr kir û hew jê derket, dixwaze heman lîztikê bîne serê başûr û ji bo çend Tirkmenan û bi bahaneya PKK, di başûr de konê xwe vede. Aha tirsa serok Barzanî ji vê ye, bêçaretîya wan dîsa ji vê tirsê ye. Tirsa şerê brakujî û dagîrkirina başûrê Kurdistanê.

 Li gora dixuye, rewş gihaye astek bilind û wê Tirk di xaka başûr re êrîşî Qendîlê bikin.  Hêvîdarim hem rayedarên PKK û hem jî rayedarên başûrê Kurdistanê neyên lîztikên dewleta Elî Osman û bi dek û dolabên Osmanî neyên xapandin, nekevin nav şerekî ku brînên mezin di laş û gewdeyê Kurdan de vekin.

 

About The Author