Ax Anna ax!

Ax Anna Semerovîç ax!

Gava çav li te ketim, dilê min kir kute kut û wek topa roja qiyametê teqîya.

Girêza devê min wek çemê Dîcle û Feratê herikî û kir xuşexuş.

Doxîna şerwalê min qetîya, şerwal şemitî û şût û rût mam.

Ax Anna ax!

Gava çav li bejn û bala zirav, memikên nepoxî, lêvên şekirî ketim, ji esrarkêş û serxweşên Diyarbekirê xerabtir li min hat.

Çav li min sor bûn wek zotika mirîşkê, dest pûç bûn, ling ji ber min şemitîn.

Dilê reben wek qijnikên qûna dewaran bi te ve zeliqî û hew xwe berda.

Ax dilo, min di te kiro dilo, ma te ji Anna Semerovîç pêve kesek din nedît oxlim?

Ax anna ax!

Xwezî tu jina min bûya, minê bi dendikên zebeş û gulên berbero te xwedî bikira.

Minê rojê pênc kîlo dendik danîba ber te, minê jî çaydanek çayê danîba ber xwe.

Teyê dendikên xwe biçerqanda, minê jî firre fir ji çaya xwe banîya.

Û kengî çay û dendik xilas bûn, emê têketina nav doşek û livînê û meyê wek wan çêlek û ciwangeyên nav garanê hevdu bigevizanda.

Bela ji dengê tirr û fisên me brûskan li ezmanan biteqanda, baran bibarîya û bereket zêde bibûya, bereketa tirr û fisan.

Ax Anna ax!

Xwezî tu jina min bûya û bela şorba nîskê li min û bavê min heram ba, ax!

 

About The Author