Mijar û mesela zimanê fermî meseleyek giran û zehmet e. Bawer bikin çare û derman ji kanser û AÎDS ê re tê dîtin, lê ji yekbûna zimanê Kurdî re nayê dîtin. Ma em Kurd ew Kurd in ku dev ji serhişkîya xwe berdin, ji hev daxun û zimanê xwe bikin yek? Na bavoooooo, ev çi derew e! Yan wê zimanê Xelo be, yan ê Celo. Wekî din nabe û heram e.
Di vê derbarê de kekê me Emîrê Findî di rojnama War de nivîsek nivîsî ye û lotikek kesanedî avêtiye.
Emîrê me behsa pirsgirêka zimanê Kurdî kiriye û piştre mesele anîye ser rewşa zimanê Hindistanê û pêşniyazek kiriye. Çiye pêşniyaza wî hûn zanin?
Gotiye: “Ya baş ew e em zimanekî biyanî bînin û bikin zimanê xwe yê fermî ji bo nivîsîn, xwendin û hikûmetê. Baştirîn zimanê biyanî jî zimanê Îngilîzî ye, êdî hêdî-hêdî bila ew ziman bibe zimanê fermî û bila zimanê Kurdî jî bi hemû zaraveyên xwe bimîne, wek mînak; Wek Hindistanê bila me jî hindek rojname, kitêb, hozan û stran bi zimanê Kurdî hebin, lê zimanê xwendingehan, zimanê nivîsîna fermî a hikûmetê û parlamentoyê bila zimanê Îngilîzî be. Bi vî awayî wê xwendekarên me gelek pêş bikevin û ji welatê me re jî gelek derî bên vekirin” filan û fîstan.
Siphan ji hikmeta xwedê re!
Maşelle û şabaş!
Kuro çima tu dûr diçî û berê xwe didî Hindistanê kaka? Çima Ingilîzî lê ne zimanê elokan? Ma zimanê elokan kêmî Ingilîzî ye canekem?
Na na qurban, dev ji xewn û xeyalan berdin û aqlêselîm bifikirin. Ne zimanê Bahdînekanim, ne zimanê Soranekanim, werin îmanê û em zimanê fermî bikin zimanê Lotikxanê û hûn sax…
Dûr neçin, Lotikxane ji Hindistanê nêzîktirî we ye baba…
Hewlêr
More Stories
Divê em nebêjin ez û heta mirinê ez
Bakirhan got: Bê Tirkîyeyîbûnê jîyan nabe!
Amedspor jî beravêtî kirin