Birastî ez hîna jî fêhm nakim bê ji bo çi Kurdên me diçin meclîsa Tirko, wê sûnda nîjadperest dixwin û hefsarê wan dixin stuyê xwe. Yan neçin meclîsê û wek babaegîdan li mala xwe rûnên, yan jî heke hûn çûn jî devê xwe bidrûn û ayetên “yuce Virq milletî” û “înqîlabên Atavirqo” nexwînin. Binerin, meselen xalê me Kemal Bûrkay ne diçe meclîsê û ne jî wê sûnda nîjadperest dixwîne.
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stenbol û Enqerê be, dibêjin xalê me Kemal Bûrkay beşdarî bernameyek A Haber bûye û çend lotikên Kurdewarî avêtine. Xalê me Bûrkay gotiye ku “divê ew sûnda nîjadperest bê rakirin û di şûna wê de sûndek germik û nermik bê danîn” û pê de çûye.
Xalê me Bûrkay, bi sê telaqên bê fitû sûnd xwariye ku “ew kesekî xwedî prensîp e, ew naçe meclîsek ku sûnda nîjadperest bi meriv bide xwarin û ger ew biçe meclîsek weha jî ewê qet wê sûndê nexwe” filan û xeftan.
Ez serê we neêşînim, xalê me Bûrkay birastî jî xwedî prensîp e. Ciwamêr ji 1974an û heta îro jî ji prensîpên xwe daneketiye xwarê û di 1974an de çi diparazt, îro jî heman lotikan diparêze. Wek hinekan sibê, nîvro û êvarî prensîpên xwe naguhere, wek wan ji kerê nakeve û tawîzan li ser tawîzan nade Tirkoleran.
Lê xalê me tiştekî ji bîr dike.
Yaw ma dezgehên sererd û binerd prensîp bi Kurdan re hiştin xalo? Ma ew nekirin çeqilmast, ma ew nekirin şorba nîskê, ma ew nekirin keçelok û pelûla virikî, ma çi kirin û çi nekirin, ma çi anîn serê Kurdan û çi neanîn?
Werhasilî kelam, ez bawerim di nav Kurdan de tenê du xet û dezgeh xwedî prensîp mane. Yek jê xet û dezgeha xalê me Bûrkay e, ya din jî xet û dezgeha Lotikxanê ye ellawekîl.
Ma ji van herdu dezgehan pêve kî qirûşekî bi prensîpan dide babam?
Wey merheba prensîp!
Swêd
More Stories
5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk
Narînê hey Narîn hey Narîn…
Milletê bê xwedî, welatê bê sermiyan