Tifaq nîşana azadî û serketinê ye

Bê tifaq û yekîtî Kurd nagihên cîhekî. Bê tifaq û yekîtî Kurd azad û serbixwe nabin. Tifaq û yekîtî stûna azadî, serketin û serfirazîyê ye. Dijberî, dijminatî û şerê brakujî heta îro Kurd têk birine, ji hev parçe û tarûmar kirine. Bûyerên li Kobanê girîngîya tifaq û yekîtîyê baş radixe ber çavan.

Piştî helwestgirtina serok Barzanî û piştî lihevhatina Hewlêrê  ya Kurdên binxetê, moral û bawerîyek mezin bi Kurdên binxetê re çêbû. Hestên wan xurttir bûn, damarên berxwedanê di bedena wan de qalindtir û qewîntir bûn. Bûyera li Kobanê nîşana vî tiştî ye.

Li ser bextê fitne û fesadan be, li gora sîxurên me radigihînin, Kurdan dest danîne ser şaredarîya Kobanê, nîhane kefenê 101 bavê rejîma malbata Esed û ala Kurdistanê kişandina sîmanan. Heke Kurd tifaq û yekîtîya xwe xira nekin û Beko Ewan destên xwe nexin nav yekîtîya wan, bawerkin wê gund bi gund, bajar bi bajar rojavayê Kurdistanê ji bin nîrên rejîma Sûrîyê rizgar bikin. Na ku Kurdên me hatin lîztika hinek alîyan û tifaqa xwe têk birin, ji xwe heman tas heman himam, wê dîsa Beşarko li me siwarê û hûn sax…

Aqûbet li temamê gund û bajarên Kurdistanê, li temamê parçeyên Kurdistanê be rebbî…

Qamişlo

About The Author