Taha Berwarî lotikek pîroz avêt

Siyasetmedarê Kurd, lotikvanê jêhatî kekê me Taha Berwarî, dîsa lotikek Kurdewarî avêt, dilê Kurdan xweş û dilê dijminan jî reş kir.

Tahayê me di derbarê rewşa siyasî ya îro û pirsgirêkên herêma Kurdistanê, Tirkiyê û PKK de çend lotikên şareza avêtin û pesend kir ku wê êdî Kurd xwîna Kurdan nerjîne.

Tahayê me behsa helwesta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîhgirê wî kek Nêçîrvan Barzanî kir û dibêje ku helwesta wan jî diyar e û di her wesîleyê de ew teqez dikin ku „êdî xwîna Kurdan bi destê Kurdan nayê rijandin“ .

Kekê me Berwarî, di dema wezîrtîya xwe de çi li Ewrûpayê û çi jî li Kurdistanê xebatên hêja kirin û bi taybet li Îskandînawyayê lobîyek mezin ji bo Kurdan çêkir, dostên Kurdan zêde kirin.

Werhasilî kelam, dijmin tim dixwaze ku Kurd xwîna Kurdan birjîne û wan bike dijminê hev. Lê heke her siyasetmedar û rêveberê Kurd wek serok Barzanî, kek Nêçîr û kek Taha Kurdewarî bifikirin  û berjewendîyên netewî bidin pêş, ez bawerim wê heta hetayê Kurd xwîna Kurd nerjîne û tifaqa Kurdan tarûmar nebe.

Xwedê xêra her Kurdê ku naxwaze Kurd xwîna Kurdan birjîne, qebûl bike rebbî!

About The Author