Ez ji PKK ê çi dixwazim?

Ev sernivîs ya kekê me nivîskar Bûbê Eser e yê ku nizanim ev çend sal in kolanên Swêdê  û Ewrûpayê gav bi gav dipîve û li ser pişta Kurdan lotikan davêje. Carna li nêl dixe, carna li bizmêr. Carna xwe davêje tor û bextê Başûrê Kurdistanê ji bo çend defteran têxin bêrîka wî û ya herî xerabtir ewe ku destê Erdoxan radimîse ji bo ku carekê di TRT şeş de derkeve, yan jî ji xwe re li mêrgên Antalya bigere û çaya Stembolê vexwe.

 

 Esas min dixwest navê nivîsa xwe bikim „Keçelo navê min li te û kumê min li serê te“.

Ana ez dixwazim zanibim bê cihê kesên wisa di nav siyaset û wêjeya Kurdî de çiye ji bilî tevlihevî û dijberiya tevgerên berxwedêr.

Di demekê de kekê me Bûbê Eser dijîtiya birêz Kemal Burkay dikir û tiştek nedima ku jê re nedigot.

Ji xwe kîna wî ya li dijî PKK û BDP diyare wek gayê Îspanya û paçê sor lê hatiye, hema ku navê van partiyan dibihîze dibe firfira wî û êrîş dike.

Seydayê gerhok, ger tu bixwazî muxalefetekê li dijî xeta Îmraliyê ava bikî, kê destê te girtiye? Here ba destebirakê xwe Erdoxan heya tu bixwaze wê pera bide te ji bo tu şerê tevgera Kurdî li bakur bikî. Yan tu vî tiştî nizanî? Belê bi xwedê tu dizanî, lê tu dixwazî hinekên din bikşîne dafika xwe.

Kuro tu kiyî  heya ku tu PKK û rêkxistinên nêzîkî wê dûrî yekîtiya Kurdan bikî cîgerim? Esasen bê van rêkxistinan yekîtiya kurdan çênabe û ne mumkine!

Ma tu nizane bixwînê Bûbê can, gava ku birêz Nêcîrvan Berzanî bi xwe dibêje rêya herî hêsan û nêzîkî aştiyê li bakur PKK ye!

Bi wê quranê û bi serê şêx Muhsin, yên mîna kekê me Bûbê ji bilî Beko Ewaniyê ji tiştekî din re nabin lo.

Me ji van kesan re digot darikê Hewdelê ellawekîl.

Tiştên din yên ku te di nivîsa xwe de nivîsîne tenê nivîse û zêdebûna ser kezebê ye, ez naxwazim tiştekî li ser wan bêjim.

 

Şîretek ji bo xwedê ji te re: Tiştekî baş ji xwe re bike belkî xwedê te efû bike, hinekan ji gunehên te sivik bike  û daweşîne.

Kuro law di vî wextê ku zêdeyî 40 gêrilayî hatine kuştin, bi sedan xelkê Wanê di bin kavilan de mirin û bi hezaran Kurd bê star mane û ji her demê bêhtir Kurd hewceyî yekîtiyê ne, tu radibe nakokiyan gur dikî babam, ma ev bû?  Bi wê Quranê ev ji bilî gemariyê ne tiştekî din e.

De xwedê te hedayet bike û li gora kiryarên te nêzîkî te bibe. Bêjin amîn.

ahmedeberazi@yahoo.de

 Almanya

About The Author