Eyup efendî pirça serê Dûran abê weşand

Wek hûn pê hisiyane, endamê rêveberîya KCK Dûran Kalkan, guhê BDP û başçawîşên wê kişand û got ku “Heke pêwist be xwe ji meclîsê vekişînin cîgerim” û mejîyê rayedarên BDP kir şorbe.

Dûran Kalkan ê ku di rojnameya Ozgur Polîtîka de bi navê Selahattîn Erdem lotikan davêje, bi vê nivîsa xwe bû mijara nivîskarên Tirk û çapemenîya dewletê. Ê helbet rebenên rayedarên BDP jî bûne wek pisîkên bizdonek, newêrin ji generalên Qendîlê re bêjin “Sîya we xwar e û em guhdarîya we nakin babam” filan û bêvan.

Werhasilî kelam, mesela me li ser nivîskar Eyup Can û nivîsa wî bû.

Eyup Can, di rojnama Radîkal de lotikek bêîman li Dûran Kalkan xistiye û pirça serê wî weşandiye. Eyup efendî henekê xwe bi Dûran Kalkan dike û dibêje: “Hehey, ma mêr weke te ne cîgerim, mêr xwe di pişt navên sexte de venaşêrin û wek zilaman bi nav û nasnama xwe derdikevin meydana şer babam” û  tevzînokê bi canê Dûran Kalkan dixe.

Eyup  Can, piştgirîyê dide BDP û siyaseta legal lê herweha dilê xwe jî bi halê BDP dişewitîne û dibêje: “Wey weledddddd law, BDP di nava du agiran de maye. Ji alîyekî dewlet balyozan li nav serê wê dixe, ji alîyê din jî kesên mîna Dûran Kalkan mîrkutan li nav serê wê dixin” û rewşa BDP radixe ber çav.

Lê ya herî balkêş, Eyup efendî îmana Dûran abêmiz teneke dike û dibêje: “Cîgerim, bela xwe ji BDP û vekişîna meclîsê veke, esas divê tu xwe vekişînî, te pişta xwe daye çiyayê Qendîlê û destê xwe dirêjî nav kar û barên BDP dikî, ev nabe babam” û kursîyê Dûran abêmiz hejandiye.

Ez serê we neêşînim û nekim wek dahola heyva remezanê, van rojan Dûran abêmiz bûye gok (top) û herkes lotikekê lê dixe û virde wêde ji hev re davêje.

Lê ez dibêjim lotikên wan fêde nakin we go çi.?

Ma law bombeyên F16 yan nikarin Dûran abêmiz ji şikeftên Qendîlê derxin der, hûnê bi çend nivîsan wî ji pişt navê Selahattîn Erdem derxin der ha!

Stenbol

About The Author