Erdogan qûş li CHP qetand

Serokê Tirkên sererd û binerd sayin Kasimpaşalî Erdogan, di civîna partîya xwe de behsa qetlîama Dersimê kir û ta bi derzîyê vekir. Erdogan bi delîl û belgeyên arşîva dewletê, dûdirêj behsa qetlîama Dersimê kir û li ser navê dewletê lêborîna xwe xwest.

Kasimpaşalî Erdogan, bi van belgeyan qûş li CHP û serokê wê gundî Kemal qetand û bi belgeyan îspat kir ku CHP sirîkê qetlîama Dersimê ye. Wek tê zanîn, di 1936-38 an de CHP desthilatdar bû, li Tirkiyê yekpartîtî hebû û partîya Atavirqo CHP gunehkarê herî mezin ê qetlîama Dersimê bû.

Werhasilî kelam, cîgerim Kasimpaşalî Erdogan belge bi belge qetlîama Dersimê û kujtina zarok, keç û xort, pîr û kalên Kurd raxist ber çavê awira gelemperî û heta bi qurmik di CHP û Kiliçdaroglû de bir. Her çiqas gunehkar CHP be jî, lê ciwamêr îro li ser navê xwe û dewleta xwe lêborîna xwe xwest û carek din eşkere kir ku ew siyasetmedarekî germik û nermik e.

De xwedê xêra wî qebûl bike û li bihuşta gewrik 69 horîyan bike qismetê wî rebbî…

Enqere

About The Author