Obama ji aliyê sîxura Lotikxanê ve bi zelqan hat bombebarankirin

Sîxura Lotikxanê di dema civînek navnetewî de serokê Amerîka Barack Obama da ber bombebarana zelqan û ew di nav serokên cîhanê de şermezar kir. Çalakîya ku sîxura me bi întîxarwarî pêk anî û kujtina xwe jî dabû ber çavê xwe, bê zîyan encam da û sîxura me bi halla halla, bi kêf û şahî vegerîya lûs û hêlîna xwe.

Ev çalakîya ku bi salan amadekarîya wê dihat kirin û bi taktîk û stratejîyek mezin pêk hat, di nav insan û heywanên cîhanê de deng da. Piştî vê çalakîya bêîman, rêxistina Lotikleaksê bi belavokekê berpirsiyarîya çalakîya întîxarwarî girt ser xwe û xwedî lê derket.

Çalakîya ku sîxura me li Hawaî bajarê Hûnûlûlû li dijî Reşo Obama pêk anî û ew di nav zelqan de hişt, rojeva serokên Asya, Ewrûpa û Îskandînawya serûbinê hev kir û hişt ku serokên dinyayê Reşo Obama wek „Zelqo“ bi nav bikin.

Axir, ji ber germahî û dijwarîya zelqa sîxura Lotikxanê Obama nikarîbû li ber xwe bide, yekser bi serê xwe girt û kir qîr û hewar, tevzînok bi canê wî ket û dest bi xwendina ayet û yasînan kir.

Ji bo vê çalakiya lotikvanî, em wek rêxistina Lotikxanê, lotikvana xwe xelat dikin û „Medaliya Nokên Zêrîn“ (Nehk) pêşkêşî wê dikin (Bi mebesta ewlehiya jiyana wê, em navê lotikvana xwe nehênî dihêlin). Heta deh roj û deh şevan wê sîxura me li ser hesabê Lotikxanê li cihê ku bixwaze seyran û geştê bike û bi dilê xwe zelqan bike. 

Meclîsa Lotikxanê biryar da ku pîlan û projeyên çalakiyên bi vî şêweyî berdewam bikin û vê carê jî wê serê Erdoxan û Beşar Esed bibe armanca bombebarana zelqên sîxurên Lotikxanê.  
Hawaî

About The Author