Mewlûd bi Kurdî xweş e

Li bajarê Batmanê zêdeyî 50 hezar Kurd Hz. Mihemed pêxember bi bîr anîn û mewlûda Kurdî xwendin. Wek ku her sal çêdibe, îsal jî Kurdên misilman û bawermend bi xwendina mewlûda Kurdî Hz. Mihemed pêxember bi bîr anîn û ruhê wî şad kirin.

Tirk, Ereb û Faris hetanî îro ola îslamê ji bo berjewendîyên dewlet û milletê xwe bi kar anîne û tînin. Yên ku di Rojhilata Navîn de îslam li ser lingan hiştine û xwedî lê derketine, Kurd in. Lê çi hikmet be dewletên dagîrker li ser pişta Kurdan, bi xêra Kurdan xwedî li îslamê derketine û dîsa bi navê îslamê Kurd bindest kirine, ew û welatê wan dagîr kirine.

Xwendina mewlûda Kurdî gavek erênî û pîroz e. Heke Kurdên misilman, rewşenbîr, dem û dezgehên Kurd ên misilman bi zanîn û bawermendîyek netewî li dîn û ola xwe xwedî derkevin, heke bi bawermendîya –Senteza Kurd-Îslam– derkevin ser rê, ez bawerim wê Kurd ne dûr lê nêzîk  ji bin bandora siyaseta dewletên dagîrker derkevin  û zûtir mafên xwe bi dest xin.

Bi vê minasebetê, em xwendina mewlûda Kurdî û rojbûna Hz. Mihemed pêxember li hemû Kurdên misilman pîroz dikin.

Êlih

About The Author