Çima sosyalîzm, lê ne Kurdistanîzm?

Belê qurban û heyran, partîyek din li serê me zêde bû û OSP (Ozgurluk û Sosyalîst Partîsî – Yanî Partîya Azadî û Sosyalîzmê) jî got selamunaleykum û ket nav karwanê siyasetê.

Lê zêdebûna ser kezebê û bextreşîya wêran ev e ku serokê wê jî Kurd e, ji Sêwrega Ruhayê ye, kominîstekî kevnare ye û navê wî jî Sînan Çîftyurek e. Sînan abêmiz berî niha jî serokatîya Tevgera Partîya Sosyalîst a Mezopotamya dikir û piştî demek dirêj, ev tevgera Mezopotamya (çi hikmet be kesek newêre yan jî naxwaze bêje Kurdistan) partîya xwe êlan kir û navê wê jî kirin OSP.

Wey kilîlîlîlîîîîîî ji OSP re!

Li gora Sînan Çîftyurek abêmiz dibêje, OSP partîyek bi binyata xwe Kurd e, „mafê çarenûsî“ diparêze, lê wê giranîya etnîkî (netewî) dernexin pêş. Çîftyurek dibêje ku wê partîya wan li ser du xalên sereke tekoşîna xwe bimeşîne.

1-      Wê tekoşînê ji bo sosyalîzmê bide.

2-     Wê li ser esasê „mafê çarenûsî“ xwedî li tekoşîna azadîya netewî ya Kurd derkeve, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd  wê „federasyonek wek hev a Kurd û Tirkan“ esas bigre.

Siphan ji hikmeta xwedê re!

Ê law PSK û HAK-PAR jî sosyalîzmê û federasyonê diparêzin babam, ma go hûn ketibûna nava wan, we hevdu xurttir bikira ne çêtir û bixêrtir bû cîgerim?

Madem hûnê giranîya siyasetek etnîk dernexin pêş, ferqa we û CHP ma çi hi? CHP û AKP jî dibêjin „em siyaseta etnîk nakin“, naxwe ev çi şorbe ye, çi tirşo ye, çi keçelok e?

Sînan abêmiz herweha dibêje „Partîya me partîyek sosyalîst e, li Kurdistana Tirkiyê wê Kurd, Tirk, Ereb, karkir û kedkar karibin di nav de cîh bigrin û lotikên sosyalîzmê bavêjin“ filan û bêvan.

Werhasilî kelam, partîyek sosyalîst û kominîst li Kurd û Tirkan zêde bû. Çi hikmeta xwedê be, ji nav Kurdan yan sosyalîst û kominîst derdikevin, yan jî oldar û îslamîst. Birastî çima netewperest û faşîst ji nav Kurdan dernakevin û partîyên xwe çênakin ey hawar? Çima di her welatê dinyayê de partîyên netewperest yan jî partîyên faşîst hene, lê di nav Kurdên xwelîser de tunene, yan jî çênabin?  

De ka kumê xwe deynin ber xwe, fiiiirrrrrrrr bikin çaya xwe, cigara xwe bikşînin ser kezeba xwe û li vê meselê bifikirin, bersivekê jê re bibînin qurban:

Çima Kurd partîyek netewperest yan jî faşîst ava nakin?

Ma ji dinya û alemê re adet e, lê ji Kurdan re qebhet e gelo?

Birastî lo, çima sosyalîzm, lê ne Kurdistanîzm?

About The Author