Aferîn xalê Ehmed!

Amadekarîyên çêkirina makzagonek nuh didomin. Ji alîyekî hikûmeta Kasimpaşalî Receb tofan û babelîskan bi serê endamên PKK, KCK û BDP radike û ji alîyê din jî xwedêgiravî dixwaze makzagonek demokratîk amade bike. Wê di wê makzagona nuh de mafê zimanê Kurdî û mafê Kurdan bê paraztin yan na nizanim, lê ez zanim ku hikûmeta Erdogan ketûber daye ser pişta endamên KCK, dixwaze tevgera Kurd bêhêz bike, piştî jiçapxistina tevgera Kurd jî, îcar bi hinek mafên piçûk dilê Kurdan xweş bike û qaşo wê „makzagona demokratîk“ têxe jiyanê.

Axir, di vê derbarê de xalê me Ehmedê mala Sînan Ada, di civînekê de çend lotikên germ û nerm avêtin û hebûna Kurd û Kurdistanê xist çavê Tirkan.

Xalê me Ehmed Kurd da zanîn ku „Law bi sê telaqan pirsgirêk bi înkar û îmhayê tu carî çareser nabe. Divê di makzagona nuh de înkara gelê Kurd û Kurdistanê cih negire. Divê azadiya mafên gelên Kurd û Kurdistanê cîh bigire. Divê mafê gelê Kurd ê edalet, wekhevî, ziman, çand û nasnameyê bê parastin û di makzagona nuh de bê mîsogerkirin, yan na wê qîmetê pîvazek xerabe û makzagona wan ji hev tunebe ellawekîl“ û da ser pişta hikûmeta Erdogan.

Ê ma xaltîka me Aysel Tûglûk ji govendê kêm dimîne, na.

Xaltîka me Tûglûk xanim jî çend lotik avêtin, behsa êrîşên Kasimpaşalî û hikûmeta wî kir û got ku „Bi şeş telaqên mêrberdanê, hikûmeta Erdogan Kurdên kole û teslîmbûyî dixwaze wî“ û mîrkutek li nav serê Erdogan û başçawîşên wî xist.

Ez serê we neêşînim, xalê me Ehmed Kurd mesele xweş got, germ kir û nerm kir. Lê ez dibêjim terîya kûçik rast nabe. Belkî Tirk çend gotinên germik û nermik têxin makzagonka xwe, lê qebûlkirina ziman, nasnameya Kurd û hebûna Kurdistanê filan û bêvan ji qûna Tirkan nayê. Tirkên ku ez wan nas dikim ne xwedîyê wê qûnê ne. Lê ku demokrasîyê hinekî qûn li wan firehtir kiribe û makzagona xwe jî hinekî berfirehtir bikin, aha ez wê nizanim qurban…

Amed

About The Author