Stirana Geliyê Zîlan

Dengbêjê hêja Sidîqê Bozo – Hezar rehma Xwedê Teala lê be –  ji bona Stirana Geliyê Zîlan wisa dibêje: ´Çaxê hêsîrî û dîliya Geliyê Zîlan da, li wê herêmê agir bera dozdeh gundên Geliyê Zîlan dan, derdê çilgewran… Lazim e heya roja mirinê em ji bîr nekin.´ Belê, ji bona em ji bîr nekin, min ev stiran di 13 – 19 kanûn 1992 de di kovara Welat de çap kir.Ji bona niha gotin hatiye ser qirkirina kurdan, Dêrsim tê gengaşekirin, lazim e em qirkirinan hemiyan gengaşe bikin. Defterên di devê dengbêjan de bûne hedîs, baş guh bidin. Çika dengbêj û çîrokbêjên me çi gotine. Wan ew xwînrijandin çawa bi huner gihandine vê heyama me. Bê terf gotine. Ji wan eşqiyayên xwînî re, ji bîr nekirin û ´Beg´ gotine. Niha bîst nivîskarên me werin ba hev, nikarin naveroka di vê stiranê de binivisînin. Ji xwe di vî şerê sîh salên dawiyê de jî, kesî stiraneke wisa negotiye. Ya rastî nikaribûne bibêjin. Eşqiyayên Teraqîvanan gelekî gûzên esûs şikandine, bîna pixarê ji binê wan tê. Bi sedhezaran li Kurdistan meriv qir kirine. Ser qumandarên wê qirkirinê jî ´Waliyê Zikniqre´ yê Gelemperî, Îbrahîm Têlî (Îbrahîm Talî Onguren) ye. Erebê hevalê Teraqîvanan e. Qumandarên wî yên bi nav û deng, Mursel Paşa, M. Muglali, Elî Heyder, Elî Barût, Nedayim Beg û Derwêş Beg ( Derwêş bavê Alparslan Tirkeş e) in. Bilî ez dirêj bikim, çika em bi devê Sidîqê Bozo Stiranê bixwînin.

Dibê dayê êêê… Dayê rebenê sibe ye, wezê bi diyarê gundê Geliyê Zîlan ketim li bilind ciyan, min dî bûkeke, di destan de dergûşekî lawîn, ´Bavo bavo´ dike li halê xwe dibê keko bi hatina qulingên biharê digeriya. Ez ê çûme pêşiyê mingo; ´Bûkê, xwengê çi bû lawo vê sibê çi ciriya?´ Got; ´Lo bira Xwedê mîrat bike mala Mifetîşê Umûmiya, ferman dane Gawirê Derwêş Begê, îro Gawiro xwe berdaye Geliyê Zîlan, gidî agir berdane donzdeh gundên Geliyê Zaîlan, li alîkî nalînê nazikan, birîndaran û cindiyan, ûûûûû wî… Li alîkî êêê nalînên nazikan, birîndaran û cindiyan…

Tu bala xwe bidiyê, dergûşên ber pêsîran tamam kuştin, birawo bi singuyan. Ay lo bira ferman e, keko ferman e, birawo fermana me kurdan e fermana Geliyê Zîlan e. Îro xeniqandina şêxan e, birrîna melan e, kuro rabûne text û sifreyên xanedan e. Serê sê rojên me qediyan, azana şerîf ji nava me hildan e êêê… Dibê keko ferman e ê ûûû êêê… Li aliyekî nalîna nazikan, birîndaran û cindiyan e, êêê…Tu dên û bala xwe bide! Vî sibê ferman derketiya ji cam bêbextê van tirkan e ûûû…

Were dayê were dayê êêê… Dayê rebenê serê min dêşî dilê min ji dilanî dîn e, êêê. Gelo min dî bûkeke serbixêlî derketiye, dergûşekî di hemêzê de tê: ´Bavo babo´ dikir bi ser me da mîna qulingê nîsanê dipingiya êêê…

Ez çûm pêşiyê min got: ´Xwîşkê, xwengê çi bû, lawo îro çi ciriya?êêê. Got: ´Birawo îro xêr û şer tevhev bûne, Xwedê mîrat bike mala Gawirê bêdîn, îro Birincî Ordiyê keko bi ser Îkîncî Tabûrê de qîrî ye êêê… Vê sibê fermana Geliyê Zîlan deranîne êêê, agir berdane donzdeh gundên Geliyê Zîlan, degûşên ber pêsîran, jinên ducanî, li serê singuyan dixinin êêê ûûû êêê… Qefle bi qefle bi hev ve girê dane, qefleyê pêşiyê qîzê nazikên spehî û pir cindî ne êêê… Qefletê navîn xortên dest bi hine, temam bê sûc in, Xwedayê vê sibê nazikê tûsizê wan cindî ne êêê… De wele qefleyê dawiyê temam keko, vê sibê bûkên dest bi hine, rû bi xêlî ne…

Tu bala xwe bidiyê Gawirê Derwêş Begê di gundê me de cerdê digerîne. De îro min dît, derê wetaqê dişkênîne, bûkeke serbixêlî, xortekê dest bi hine jê dertîne. Xort digot: ´Xalo ez ketime bextê te û Xwedanê di Jorîn e, min nekuje bila mirad û mexsedê min di çevên min de nemîne!!!´ Ew gawir her duyan li serê singuyan dixîne. Tu bala xwe bidyê, ji wan derbas dibûm, jinikê li erdê kuştine, li ber pêsîrên jinik ê dergûşeke şeşmehîn e, ez ji wan derbas bûm, min dît qîzekê û xortekî rûniştine qîzik digirî, lawik hêsiran dibarîne. Min got; ´Xwîşkê hûn çiyê hev û dû ne?´ Got; ´Em xwîşk û bira ne, ji êvara Xwedê da sêzdeh nifûs ji mala me birrîne,´ de lê dayê lê êêê… Em xwîşk û bira ne, ji êvara Xwedê da sêzdeh nifûs ji mala me birrîne,´ de lê dayê lê êêê… Lo bira em her yek bi sê sunguyan birîndar in, em dimirin xêra me tunîn e, Çawîşo qey tu kurmanc î? Mala te mîrato, çima vê sibekê wa xayin e? êêê… Tu bidî xatirê Xwedê û Yezdanê di Jorîne e, taseke ava sarkaniyan ji birîndarê xwe re bîne, wele bira em birînkûr in, birînên me xidar in, xêra me tu nîn e, herê keko li ser serê me ferman e, êêê, wey keko ferman e êêê, gidî fermana Geliyê Zîlan e´

Tu bala xwe bidyê xeniqandina şêxan e, birrîna melan e, rabûne text û sifreyên xanedan e, kuro mizgeft giş kirine tewleyên hespan, na wele qişle û qawîşên ziftî û cendirman e, kuro ez bi goriya bira me, de keko van teresan edlayê dane bin lingan e, çaxê merivatî çû, hat çaxê barbarên van tirkan e, ey bira tu vê sibekê dên û bala xwe bidyê!.. Ez bi rebena bira me, îro sê roj in azana şerîf ji nava me hildane, keko ferman e, birawo ferman e ûûû, dibê keko ferman e êêê wele bira ferman e êêê, wele fermana Geliyê Zîlan e, temamê jinên ducanî, keko dergûşên ber pêsîran, van xortê nazikên cindî, qîzên xama dane ber sunguyan e, keko ferman e, kurmancno ferman e, fermana me kurdan e êêê ûûû

Ez bi xwe nikarim tiştekî li vê zûûûrînê zêde bikim. Ev ne gazind û gilî, ev fena gurên kanûnan zûrîn e zûûûûrîn…

 Haber Diyarbakir

About The Author