DEMA HESABDANÊ

 Dem wek avê diherike. Ji bo doza netewî bi keda salan gelek xebat hate kirin û me gelek nas-dost u rêhevalên xwe winda kirin, ji wan gelek mirov şehîd bûn, ketin girtîgehan, di bin tade û zilma dijmin de nexweş-bêçare û belengaz hatin dîtin. Hin kes jî di bin hikumranîya rêxistinan de bi bêdadî hatin reşkirin û hatin kujtin. Gelek şaşîtî hatin kirin û çalakîyên kûr-sergirtî û tarî çêbûn. Divê di derheqê wan kirêtan de hin kesên xwedî mesûlîyet civatê agahdar bikin ku ew bûyer zelal bibin, bên zanîn, yên bi guneh û bê guneh ji hevdu cuda bibin..


Rêxistinên me yên ku 30 sal berê hebuûn hemuû têk çûn. Lê yên ku berpirsîyar bûn îro ji îddîa dikin ku hê xwedî rêxistin in. Mixabin di rojevê de ne li welêt û ne jî li derveyî welêt herwek livînek wan yê rêxistinî û zindî tune. Ji bo pêşerojê dixwazin bibin berendamê rêxistinî yê netewî.
Yên ku ji bo pêşeroja netewê Kurd ji bo tevgera leşkerî û sîyasî dixwazin bibin pêşeng û rêber – ew tişt ji bo hemû rêxistinan derbas dibe – divê ji bona wan çalakîyên navxwe yên Kurdkujî xwe bi xwe mikur bên, tiştên ku di tarîyê de mane bêne ronakkirin. Di turikê kê de tiştên gemar hene bila derkevin holê, kî kî ye bi xirabî û qencîya xwe bête zelalkirin.
Mîrov dikarî wisa û ji dûrve dest pê bike.
Pirsgêrêkên li ser şehîdkirina herdu Saît an -Saît Elçî û Saît Kiziltoprak – divê bên vekirin û zelalkirin.
Ew rêxistinên derveyî me herwek ; Rizgarî-Ala rizgarî-PSK-PPKK -Kawa –TSK, ew bi wîcdanê xwe bila li ser bûyerên rabirdû têkîlî û çalakîyên xwe yên dema borî rawestin, bidin zanîn û ronak bikin. Ez bi dil û can dixwazim bila rewşa rêvebirîya partî û rêxistinên ku min wek endam têde xebat kiriye hîn bibim. Yên ku İro ji bo sibê û ji bo doza welat di pêşengî û rêvebirîyê de xwedî îddîa ne, bila keremkin ji bo agahdarîyek zelal hesabê demo borî bidin..
Ez endamê KUK ê bûm. (ez bi xwe jî nizanim ku KUK li ku ma, heye yan tuneye? Ji bo çi têk çû yan têk birin? Ger ku heye ji bo çi min agahdar nakin ka ez hê endam im an na. Ku ne endam bim, ji bo çi bi hemû sedemên neyînî wan ez agahdar nekirim?
Gelo ma çi li PDK-T hat?
Herî dawîyê endamê PDK-Bakur bûm.. Piştî koçkirina dawî ya rêzdar H.Reşo, çi li endamtîya min hat? Çi qewîmîye, ez çawa ji endamtîya partîyê hatim dûrxistin, bi çi dadî û çi rêbazê?
Ma di destûr û rêbazên rêxistinan de ew tişt çawa çêdibin? Bêyî nerazîbûn û bêhaybûna min çawa ew biryarên weha dibin?
Ma adet û toreyên dinê yên rêxistinî ev in?
Ma çend PDK-bakur hene?
Ji bo çi li ser malperên wan wêne û rumetîya hin kedkarên partîyê tunin?

Divê pêşî partî ji endamên xwe hesab bixwazîn, ji bo ku şexsek dibe ku bêçare bibe lê partî ango rêxistin ne bê çare ne!
Mafê endaman jî heye ku ji rêxistinên xwe hesab bixwazin?
Qutîyên reş yên bûyerên qewimî hê jî dijîn û li ser pîyan in. Bila biaxivin, agahdarî bidin û hemû bûyerên reş û tarî bên ronîkirin..

Ne tenê serok û kadirên tevgerên din, herweha divê serokên PKK jî ji bo bûyerên tarî û sergirtî ji bo gelê Kurdîstan li xwe mikur bên, ew jî wek rêvebirên partî û rêxistinên din qutîyên reş in,şahidên bûyerên sîh salan e.
Li gor min heya ku ew qutîyên reş yên rêxistinên Kurdîstanî li gelê xwe mikur neyên, bûyerên tarî zelal nabin û dilê kesî li hev venabe.
Ew neteweyên ku dîroka xwe zelal nakin, nikarin pêşeroja xwe jî bibînîn.

Bi kurt û Kurmancî; rêvebir, serok û kadirên ku di serokatîya rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê de cîh girtibûn û girtine, berî mirinekê divê hesabê dema derbasbûyî bidin gelê Kurd ku hem Kurd, hem em û hem jî ew rêvebir ji bin wî barê giran û tohmetê derkevin. Îcar dîrok kê rûspî dike kê nake ez wê nizanim..

Fermo! Kerem kin!

About The Author