Kerê bi xwe re neanî

Du camêrên hevalên leşkerîyê bûbûn destebrakên hev. Ji wan yek li gund dima yê din jî li bajêr. Yê li gund dima her cara ku hatiba bajêr, ji bo destebrakê xwe nîvişk, penîr, mast, gûz û hwd. dibirin. Destebrakê bajêr jî ew destvala ne dişand û şekir, ça, peruk/ libas/cil û hwd didanê.

 Yê gundî cerekê  ji bo amadekarîya sersalê diçe bajêr  û ji xwe re dibê: 

Bi xwedê ez vê carê tiştekî nabim

 Û li kerê xwe suwar dibe, destvala berê xwe dide bajêr û diçe mala destebrakê xwe.

 Ew û destebrak bi hev re çayekê vedixwin. Yê gundî dibêje:

-Min ji bo we hinek tişt hazir kirin û danî ser pişta kerê, lê min kir û nekir vî ker kurê keran bi xwe re neanî.

Destebrakê wî dibê:

-Yê ku tiştek neanî, neşêt (nikare) tiştekê jî bibe.

Bi vê wesîlê sersala tevahîya Kurdan bi dil û can pîroz dikim, hîvîdarim wê sala nû bibe sala serfirazî û dilxweşîyê.

About The Author