Hoşeng di rêya apê xwe re dimeşe

Min çend nivîsên biraderê xwe Hoşeng Osê yê berî berdanê û piştî berdana ji Roj tv xwendin.

Berî berdana ji Roj tv, Hoşeng egîdê mêra bû û çawa diket parastinê û pesnê wan camêran dide. Bi telaq meriv  pê dihisya ku hestiyên baş ji Hoşeng re davêtin û pişta wî baş miz didan.

Lê xwedê bi tenê dizane bê çima Apociyan bera Hoşengê me da.

 Pirs:

Gelo hestiyan nema têra wî dikir?

Guzlik  xerabû û çavên wî dilîstin? 

Di rêya Apê xwe Emer Osê de meşiya?

Yan jî birçî ma û roviyên wî bi heve zeliqîn û perê Apociyan nema têra wî dikir?

Min xeber da sîxurên Lotikxanê li  welatên Eurûpa ku li dîroka biraderê min Hoşeng bipirsinç

Ez rastî meta wî ya ku berê di nav Apociyan de bû hatim. Wê got: „Bi telaqê mêrberdanê min berê jî got û heya ez bimrim jî ezê vê bêjim; Hoşeng sîxurê dewleta Sûrî ye û apê wî Emer baş vê dizane wî.“

Sîxur û nivîskar, ev tiştekî ecêbe ne wisa?

Wekî din jî ji min re hat gotin ku Apociyan ji Dirbêsiyê û heya bi Belcîka alîkariya Hoşeng kirine û ew anîn Eurûpa û di telfizyona xwe de xebitandine û mîna marê têr mişk lê kirine, zikê wî di Roj tv de bûbû mîna hebanê û malneketo mîna zihakî lê hatibû, nema têr dixwar.

Ica camêrê Apociyan mecbûr bûn ku berdin wî, yan jî divê salê du caran ji bo xatirê Hoşeng li nav milet bigeryana.

Çi çêbû ku niha Hoşeng heram zadiyan dike û dev davêje vir û wir?

Ji qewlê meta wî Ronahî ve, gelo Beşar sozin jêre dane û dixwaze wî bike wezîrê rewşenbîrî?

Ji xwe apê wî Ermer xwe amade dike ku bibe cigerê Beşar. De pîroz be yabo ev terfî pîroz be.

Berî ez ji bîr bikim, bi xwedê ez pir li ber Hoşeng ketim gava ji merasîma şehîd Xebat Dêrik berdanê. Hoşeng çi bêje gereke muezez û mukerem be ji ber nivîskarên Kurdan berxikê Xelîfe ne, çi jî bêjin pêwiste partî bêjin ser sera ezbenî.

Yanî gerek di dawa partiyan de rûnin û bi riha wan bigrin dîsa jî bêjin ser sera ezbenî…

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author