Bêrîvan

Bêrîvan ji kê re tê gotin? Berîya her tiştî lazim e kû mirov wateya vêya  bizanibe. “bêrîvan’’; Ji keçên ku şîr didoşin re tê gotin. Bi gotinên din mirov dikare bibêje ku ‘’ Kulîlkên jîyana çîyê ..’’ ji çûyîna dotinê re jî tê gotin ‘’Bêrî ‘. Jixwe navê bêrîvanê jî ji Bêrî yê tê. Bêrîvan; berîya kû biçe bêrîyê hazirîya xwe dike. Bi çavê karekî li bêrîtîyê nanere, wek hunerekê lê dinêre. Ji lixwekirina fîstanên xwe, heta satila ku dike pîyê xwe bi çavekî din dinere li halê xwe. Heywanên bi şîr (Mî),(Bizin) jî li benda dotina bêrîvan in. Di çavên bêrîvanê de bi gelemperî  xemgînîyek heye. Bêrîvanên gund, serê sibê bi şefeqê kom dibin, an  jî ber êvarê  û her kes dest bi  paqijkirina satila xwe dike û çîtekê ( kitan) jî  li devê satilê girê didin, diavêjin pîyê xwe  û  berê xwe didin  çîyayên bilind. Di rêya bêrîyê de,  bêrîvan carna  henekên xwe li hev dikirin carna jî stran digotin.

Havînê jî  bêrîvan ji konan derdiketin û diçûn bêrîyê. Şivanan jî komên  pezê xwe  nezîkî  çîyayên gund ,an  jî konan dikir.. Du kevirê mezin li hemberî hev datîne, wek derbasbûya  derî  dike û yek bi yek, mîyan dixe rêzê. Dor bi dor pez dike rêya dotinê. Bêrîvan berîya ku  dest bi dotinê bike, şerpeya xwe zexim li ser serê xwe girê dide. Bi gelemperî dev û pozên xwe jî bi çîtê vedişêrin. Hew çavê wan xuya dike. Mirov bifikire, gelo çima dev û pozê xwe jî digrin? Bi rastî ez wisa difikirim , di derdorê kofîya wan de bisk û kezîyê wan hebûn, nedixwestin ku têkeve nav şîr, an jî ,  bêhna  devê wan  û  kefa devê wan nekeve nav satilê. Lewra carna di dema dotinê de bi heywanan re  diaxivîn. Ji heywana hez dikirin û ew mist didan, peyvên xweş an gotinên xweş  dikirin ku, bila şîr zêde zêde bidin.  Satila xwe li ber lingên xwe datanîn  erdê û  îcar  li benda  şivan  disekinîn. Şivan jî serê mî an jî bizinan digirt û dianî ber lingê bêrîvanê ku şîr bidoşe. Şivan carna li ser linga, carna jî ser çokên xwe xwar dibû erdê  û li benda dotinê disekinî. Bizt bizt  dengê şîr dihat. Wek tu enstromanekê lê bidî. Çi dengekî melodîk derdiket. Bêrîvan di serî de  du guhanên  mîyê dikir nav lepê xwe û geh yek ber bi jêr ve dikşand, geh ya din dikşand û şîr ji guhanên mîyê an jî  bizinê derdixist. Ji van herdu guhanan  şîr biqedîya îcar dest bi yên din dikir. Wisa berdewam dikir heya ku şîr di guhanên mîyan de biqede. Di dotinê de ahengek heye. Ev aheng di dengê şîrê ku diket satilê de mirov hîs dike.Heke bêrîvanê tevgerîyek  çewt bikira, heywan bi lingê xwe dida nîşankirin. Zîtik diavêt. Xirxir dikir û lingê xwe li satilê dixist. Ji ber vêya bêrîvan karê xwe wek hunerekî îcra dikin. Bêrîvan piştî qedandina dotinê çîtek gewr diavêt ser satilê ku toz nekeve nav şîr .Paşê  satil an firaxên ku şîr kiriye navê diavêt ser milê xwe û berê xwe dida mala xwe ….

Karê bêrîyê bi zor û zehmetî dihat kirin. Lê wek her karî bêrîtî jî zinaetek e. Lazim e ku mirov bi hezkirinê bike. Lewra keçên ku vî karî dikirin di tebîeta wan de cudatîyek hebû , ew jî xemgînî bû. Lê ev xemgînî ne ji kirina vî karî bû, ji insanekî hîskarî dihat. Jixwe tiştekî rast jî heye ku ev jî keç û pîrekên Kurdan jixwe hestîyar in. Ji nav gelê Kurd,gelek hunermendên jin bi dengek bi şewat derketine. Bi rastî  tiştek heye ku dengê Jinên Kurd pir ji kezebê û ji dil tê..Bêrîvanên Kurd jî him bi dengê xwe him jî bi xweşikîya  xwe bala her kesî dikşîne.Lewra li ser bêrîvanan gelek sitran, helbest  an jî nivîs hatine nîvsandin û hwd….

 Ji vana yek jî ev e;

 Taca serê Bêrîvana min zêrîn e ay ay,
Biskê Bêrîvana min çil û çar kezî ne,
Qirka Bêrîvana min tev zêrê Mehmûdî  ne,
Sing û ber û bedena Bêrîvana min tev lîrê reşadî ne,
 Bêrîvanê,Bêrîvanê……………….

Nûçevan

About The Author