Xalê me Ehmed dîsa lotikek xwar

Wek hûn zanin, berî niha jî cewrikekî dêlika Asenayê pozê xalê me şikandibû û serê xwe xistibû qûna bavê xwe. Lê vê carê ne cewrikek, keftarekî êrîşî xalê me kir û berê wî da nexweşxanê. Hem jî keftarekî resmî.

Lê xem nake xalê Ehmed, çawa be tu hînî lêxistin û pozşikestinê bûyî lo, ma berxê nêr ne ji bo kêrê ye qurban?

Werhasilî kelam, xalê me Ehmed Kurd bûye textê nîşanê ellawekîl.  Hema hinek ji jina xwe jî aciz bibin, wê bên bela xwe li xalê Ehmed xin û kerbê xwe di serê wî re derxin.

Lê ez tiştekî meraq dikim yaw?

Çima ji xalê me Ehmed pêve rêveberekî din lêxistinê naxwe?  

Ê de haydê, heçê tê derxe emê pirtûka bi navê „Lêxistin çawa tê xwarin“ ji wan re bişînin..

Derbasbûyî be xalê Ehmed..

Xwedê ahê te ji wan re nehêle rebbî…

Qoser

About The Author