Werin serîyên belaş!

Li bajarê Teloloapan ê Meksîkayê 10 serîyên serjêkirî hatin dîtin ku 7 ji wan ê zilaman û 3 ji wan jî yê jinan e. Heta niha jî cendekên wan serîyan nehatine dîtin. Li gora sîxurên me yên li Meksîkayê radigihînin, dibêjin ev 10 serîyên bêxwedî yên endamên malbata mafîya ya La Famîlîa ne.

Wek tê zanîn, Meksîka yek ji wan welata ye ku herî zêde şerê mafîya û malbatên dewlemend lê rû didin û salê bi hezaran kes ji bo narkotîk, kokaîn û dolaran tên kujtin. Ji sala 2006an û heta niha li Meksîkayê zêdeyî 50 hezar kes hatine kujtin û tirr ji wan hatiye berdan.

Werhasil, serîyên belaş li Meksîkayê pir in gelî xwendevanan. Bilasebeb serê mîh û berxikan nekirin û wan nekin serûpê. Hema werin Meksîkayê, bi qemyon û trektoran serîyên belaş bibin, wan di tenûran de bikizirînin û têkevin ser, zikê xwe pê bikin meşk.

Ji min gotin..

Heke hûn neyên hûnê poşman bibin ellawekîl…

Meksîka

About The Author