Newroza Kurdên binxetê

Doh yanî bist û yekê Adarê Kurdên me yên Denmarka ên binxetê Newroza xwe pîroz kirin. Gelekan ji wan re got “heyran roja betlanê şeva Newrozê çêbikin wê baştir bibe”. Kurdên me yên binxetê li kerê şeytên siwarbûn û gotin: “ NA…..NA……NA… şahîya Newrozê gerek di roja xwe de be, wekî din tu mana xwe tune. Ji bo me prensiîb e , 21 ê Adarê rastî cejna misilmanan, êzîdîyan, filehan yan jî yahudiyan bê ji bo me ket ferq nake, emê her Newroza xwe pîroz bikin. Yabo me serokwezîrê Tirko razî kir ku 21 ê Adarê Newrozê pîroz bike, lê em Kurdan razî nakin. Ma ne ecêb e, ma Kurd çiqas serhişk in bavooooo„.

Werhasil, ez serê we neêşînim, min jî dev ji karê xwe berda û ez çûm. Ez hinekî dereng çûm min go wek her carê ji xwe wê şevê dereng çêbikin.

 Ez çûm heyloooo hol tijî ye, rê tune ez rûnim, hema li devê derî li masa ciwamêrna rûniştim.  Xort ketine dîlanê û coş bûne, wek hespên Bahman Gobadî mest û serxweş bûne. Alahwekîl û bi tirba Şêx Evdilqadirê Geylanî, ger ew xort herin binxetê wê ti hêz xwe li ber wan negirin, na Erebên bê derpê û ne jî ew fidakarên ku sûretê serokê xwe li ser sînga xwe dideynin.

 Tiştê herî ecayiptir bi jimar bes deh kesên bakurî bûn. Xuyaye bakurîyan 12  Îlona 1980 bi temam ji bîr kirine ku Kurdên binxetê ewqas alîkarîya wan kirin û xwedî li wan derketin. Bi serde em kubarîya xwe li wan dikin û em dibêjin qaşo em parçê mezin in.

Wey xwelî li serê me bakurîyan be û hew….

     BIJî NEWROZ!

    BIJÎ KURDÊN BINXETÊ!

   NEWROZ PIROZ BE!

Denmark

About The Author