De werin ji xwe re li vê kezîkura Sûsanne Eman binerin û xwelîya heft gundan li serê wê nekin.
Xwedêjêsetendîya Sûsanne Eman a Amerîkî, dixwaze bibe jina herî qelew a dinyayê û xwedêgiravî rekorê bişkîne. Rabûye bi rêya înternetê ji xwe re xiyarek “xwarinpêj” dîtiye, mêro hem xwarina qelewbûnê jê re çêdike, hem jî hevdu didin ber lotik û zîtirkên Amerîkanî.
Erê lo, xelk û alem dixwazin di vê heyamê de jar û zeîf bibin û ji kîloyên zêde azad bibin, Sûsanka me jî dixwaze qelew bibe û rekorê bişkîne.
Ma law îcar ev ne bêaqilî be, ne xwelîserî be, ne ehmeqî be, naxwe çiye hi?
Eman eman, qelewbûnê nexin serê xwe û nedin dû kezîkura sûsanne Eman ah gidî. Erê dibê jin hinekî bi goşt be, ne hişk û hola be, lê ne bi ecêba Sûsankê bavo, wî…




Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane