Nêçîrê me bû serokwezîr

Belê, dora tenûrê ji YNK derbasî PDK bû û cara duyem e  kek Nêçîrvan Barzanî dibe serokwezîrê Kurdistanê. Em wek endamên Partî Demoqratî Lotikxane kek Nêçîrvan û wezîrên wî pîroz dikin û di van herdu salên pêşerojê de ji wan re serketin û lotikên Kurdewarî dixwazin.

Kurtejiyana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Nêçîrvan Barzanî kurê Îdrîs Barzani ye û neviyê serokê nemir Mela Mistefa Barzanî ye. Ew di sala 1966an de ji dayik bû. Dema di sala 1975an de Îraq û Îranê li Cezayîrê li dijî şoreşa Kurdistanê û şoreşa Îlonê li hev kir û bi biryarek siyasî ji bo demek kurt serokatiya şoreşê şerê çekdarî rawestand, wê demê Nêçîrvan Barzanî bi malbata xwe re koçberî Îranê bû û li wir li unîversîteya Tehranê, fekulteya zanistên siyasî xwend. 

Nêçîrvan Barzanî di sala 1989an de bû endamê polîtbîroya PDKê û di kongreya 13 an de di meha Çileya Pêşîn sala 2010 an de wek cîgirê serokê PDK hat hilbijartin.

 Di sala 1996 an de bû cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. 

Di sala 1999an de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ( kabîna çaran). 

Di 7-5-2006 an de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya yekgirtî (kabîneya pêncem)

Nêçîrvan Barzanî bi keça serokê herêma Kurdistanê re zewicîye û çar zarokên wî hene. Ew ji bilî zimanê Kurdî, zimanê Farsî û Erebî jî baş zane, her weha Ingilîzî jî zane.

About The Author