Ava Kurdistan aveke pir e
Almas û cewher, aqûd û dir e
Ji Kurdar ziwa bo dijmin şil e
Bo çi naxin dest avnadin gula
Axa Kurdistan axek zêrîne
Madena tê de hawîr dirjîne
Serî rake Kurdo ma tu nabîne
Petrol dikşênin ji rayê xwînê
Bi tiştek hindik biha didin te
Nabê serî rak ew nabêjin te
Çekê tu hilgir bikeve rê de
Bêje bes êdî ji vir bi ku de
22.12.84.


Axa bûye bostan, em bûne çi nizanim
Berdevkê gelê Kurd dîsa li zirnê xist
Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû