KURD KEDHERAM IN !

 Di kavilê gundan de şevên zivistanê suhbet  gelek caran li ser  defîneyê (gencîne) ye, behsa  kûpikên tije zêr dikin. Behsa peykerên zêr dikin. Xiyalên wan mezinin, çavê wan li dewlemendîyê ye. Îcar di derheqa defîneyan de gelek qewlik û çîrok jî tên vegotin. Dibên “ Di her defîneyê de sêhr (efsûn) heye, ku hat dîtin divê bi ser de xwîn bê rijandin ku sêhr betal be. Ku were nekin zêr dibe xwelî “ filan û bêvan.

Derbiharê ku erd  nerm e, wê demê dest bi kolana warê defîneyê  dikin. Gundî tevir û bêra hildidin, ji bo xwîn rijandinê jî mirîşkekê sax bi xwe re dibin.  Bi şev heta destê sibe bin keviran, bin daran, mexber  û palên çîya dikolin.

Li hêla Serhedê li gundekî Nado hebû, Nado wek pêhlewanekî bu.  Feqîr û belengaz bû, debara xwe bi xebata mila dikir. Biharê di karê avahî çêkirinê de dixebitî, havînê paleti dikir; zivistanê jî xulamtî dikir. Kî biçûna  kolana defînê Nado jî bi xwe re dibirin ku bi wî bidin kolanê.

Şevekê Ûso û Silo gazî Nado kirin çûn li defînê bigerin. Nado bi tevir kola û bi bêrê xwelî avêt. Ûso ket çalê  destê xwe gerand, bala xwe dayê waye destîyek bi qulp (destik) xuya dike. Bi xiroş deng li Nado kir û got “ Nado zû bi kêrê tilîyek xwe bibire, xwîn bike em bi ser destî de birijînin ku sêhr betal be kuro, me ji bîr kir me mirîşk neanîye ha “  Silo ji bêrîka xwe kêr derxist di tarîyê de  kefa destê Nado kûr birî, qêrîn bi Nado ket “ oyy dayêêê oyyy bavoooo” lê êdî fêde nekir. Ûso, Nado kaşî çalê kir, xwîna destê Nado bi ser destî de herikî weselam.

 Bi xiroşî destî derxistin, li erdê xistin, şikandin. Ji xwelîyê madatir tiştek derneket, xeyalşikestî bûn. Silo bi hêrs got “ Ev Nado kedheram e,  lewma xwîna wî bi kêrî sêhr betalkirinê nehat “ werhasil.

Ev wek mesela Kurda û ya Tirkolera ye, bav û kalên me  xwîna xwe ji bo wan rijandin nebû. Niha jî keç û xortên me xwîna xwe ji bo “ demokratik cimhurîyet û demokratik ulus “a serokê ser erd û bin erd dirijînin dîsa nabe. Ya rast jî em Kurd kedheram in, çimkî em ji  xelkê re masî gir, ji xwe re kusî gir in. We go çi  cîgerim !

About The Author