Anarşîzm jî temam, ma faşîzm

Di nav me Kurdan de du xet, du rê kêm mabûn. Anarşîzm û faşîzm. Va anarşîzm jî ava bû, ma çi? Ma faşîzm.

Kurdên sosyalîst û kominîst hene, wek ax û xwelîyê ne. Kurdên dîndar û ummetçî ji xwe bê hed û hesab in. Sosyalîzm û ummetçîtîyê malik li Kurdan bir mîratê, Kurd kirin dûvik û terîya xelkê û ew ji ruhê Kurd û Kurdistanîbûnê bi dûr xistin. Her millet sosyalîst, kominîst û dîndarê xwe û welatê xwe ye. Sosyalîzm û olperestîyê ji bo berjewendîya millet û welatê xwe bi kar tînin, dixin bin xizmeta millet û welatê xwe. Tenê em Kurd dijminê qewmê xwe ne, tenê em Kurd bratîya gelên cîhanê diparêzin, tenê em Kurd dinyaperest û mirovperest in. Ji derveyî me bawer bikin herkes mirî û tekoşerê millet û welatê xwe ye. Helbet gerek em rê û xeta KDP û „îlkel mîllîyetçîyan-netewparêzên kevnare, yan jî kevneperestên wek me“ bidin alîyekî.

Werhasil, me go anarşîst û faşîst di nav Kurdan te tunebûn. Yan jî hebûn lê newêrîbûn, hene lê newêrin xwe eşkere bikin. Wek Partî Demokratî Lotikxane bi salan e qarewar û qajewaja me ye û em dibêjin „Çima Kurd xwelîya heft gundan li serê xwe nakin û rêxistin yan tevgerek netewperest-faşîst çênakin“ (Faşîzma ku ez dibêjim ji bo derkirin û defkirina dagîrkerên Kurdistanê û xurtkirina ruh û giyanî netewî ye)

 Yan jî çima Kurd tevger û partîyên „nasyonalîst“ çênakin. Birastî çima na? Ma em ji dinya û alemê çêtir in? Çima di her welatî de rêxistin yan tevgerên nasyonalîst, faşîst hene lê di nav Kurdan de tunene, çênabin? Gelo ev jî ne lîztikek ji lîztikên dijmin be?

Axir, ez serê we nekim şorbe û mîrkutê xalê xwe Adolf Hîtler li nav serê we nexim, we gêjomêjo nekim. Lê çawa ku ez bi vê şaşika serê xwe bawerim, ez bawerim ku pêwistîya tevgerên netewperest-nasyonalîst ji Kurdan re zarûrî ye. Tevgerên Kurd û Kurdistanî, tevgerên ku dîn û îmana wan tenê Kurd û Kurdistan e. Pêşî can û piştre canan. Pêşî Kurd û piştre milletên din. Pêşî Kurdistan û piştre welatên din.

Mesela me li ser anarşîstên Kurd bû…

Va anarşîstên Kurd jî ji qul û şikeftên binzikê erdê derketin der û xwe eşkere kirin. Wey li ser xêrê be, lotika wan pîroz û bimbarek be rebbî…

Berdevkê anarşîstên Kurd Serdar Karataş di bloga anarşîstên Kurd de (http://www.kulmenresh.blogspot.com/) çend lotikên pir pîroz avêtine û kêfa „îlkel mîllîyetçî û nasyonal sosyalîstên“ wek min pir anîye.

Anarşîstên Kurd (Kulmên Reş) eynen weha dibêje:

„Armanca me ya nêzîk serxwebûna bakurê Kurdistanê ye, armanca me ya dûr jî Kurdistanek azad, serbixwe, yekgirtî û anarşîst e. Paraztina başûrê Kurdistanê ji bo me xeta sor e. Paraztin û xwedîlêderketina başûrê Kurdistanê erka her Kurd û Kurdistanîyan e. Kesên ku xwedî li başûrê Kurdistanê dernekevin û destketinên wê neparêzin, nikarin di nava me de cîh bistînin. Kesên ku rêzê ji parçeyê azad (başûrê Kurdistanê) re negrin em wî /wê dost nabînin û wek dijminê xwe dibînin. Hezkirin û desteka ji bo başûr şertê welatparêzî û mirovatîyê ye“ û dilê me rehet dike.

Anarşîstê Kurd Serdar Karataş lotikek bêîman li PKK û BDP jî dixe û îmana wan teneke dike, mîrkutekî Kurdistanî li nav serê wan dixe û dibêje: “Wek ku Apo îtîraf kiriye û gotiye PKK ji alî MÎT ê ve hatiye damezirandin, divê em herin berî sala 1978 an. Wek ku ji daxuyanî û şiroveyên Apo û rêveberên BDP jî dixuye, ev hêz ji bo fetisandina doza milletê Kurd hatine damezirandin û em wan wek dijberên şoreşê dibînin” û ajotiye ser PKK, Apo û başçawîşên BDP.

Werhasilî kelam, anarşîstê Kurd Karataş dibêje ku di Kurdistanê de sê xet û rê hene. Demokratîk Cimhûrîyetçî PKK-BDP, Federasyonparêz PSK-Hak-Par û kesên ku xeta Kurdistanî, serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Anarşîstên me xwe di xeta serxwebûnê de dibînin û bang li kesên serxwebûnxwaz dikin ku rojek berî rojekê li hev kom bibin û yekîtîyek Kurdistanî ava bikin.

Ez serê we bêşînim û neêşînim kezebno, anarşîstê Kurd Serdar Karataş sedî sed wek me Lotikxanecîyan axivîye û wek me Lotikxanecîyan kezebşewitîyê Kurd û Kurdistanê ye.

Em sofî û melleyên Partî Demokratî Lotikxane ji niha ve helwesta anarşîstên Kurd pîroz dikin û çavên wan radimîsin.

Bi hêvîya ku rojek berî rojekê tevgera „netewperest, nasyonal sosyalîst û faşîstên Kurd“ jî bê damezirandin û em bi hevre ji bo Kurdistanek azad, serbixwe û yekgirtî têkevin govend û dîlanê…

About The Author