Bavê Tirkan hatiye kujtin

Heta niha dihat gotin ku bavê Tirkan Atatirk bi nexweşîya sîroz ê miriye. Lê karmendê Tirk Muhamed Yuksel bi wêne û belge derxist holê ku Atavirqo ne bi nexweşîyê miriye, lê hatiye kujtin.

Muhamed Yuksel hem karmende hem jî koleksîyoncî ye. Belgeyên kevn dide hev û koleksîyona xwe dewlemend dike. Yuksel ketiye nav arşîva wî doktorê ku otopsî li ser cendekê Atatirk çêkiriye û wêneyên ku doktor otopsîyê li ser cendekê Atatirk dike bi dest xistiye. Wek hûn zanin, otopsî li ser mirovên kujtî tê çêkirin. Di wêne de doktor otopsîyê dike û dixwaze sedema kujtinê derxe holê.

Muhamed Yuksel, dibêje ku dewletê bi salan e kujtina Atatirk ji xelkê veşartiye û wî jî nexwestiye wêneyên kujtina Atatirk biweşîne da ku moralê zarokên Tirk nebe şorbe û têk neçe. Lê ew bi xwe bawer e, rayedarên dewletê dawetî mala xwe û koleksîyona xwe dike û bi şeş telaqên jinberdanê sûnd dixwe ku ew amadeye bi wêne û delîl kujtina Atavirqo îspat bike.

Axir, bavê Tirkan Ato ne bi nexweşîya sîrozê miriye gelî xwendevanan. Mêro hatiye kujtin. Heçê bawer neke bila têkilîyê bi Muhamed Yuksel re deyne, qûna reş û spî derxe meydanê…

Stenbol

About The Author