Qûnekê rîhdirêj di ser de hat girtin

Evên ku rîha xwe metrokê dirêj dikin û bi navê dîn û xwedê tevdigerin hene ya, aha ji wan bitirsin. Bawer bikin her tayek rîha wan fen û fûtek, dek û dolabek di bin de ye.

De binerin bê wekîlê Partîya Nûr Alî Vanîs çi zinêkarî kiriye..

Partîya Nûr li Misrê piştî Ixwanin Muslimîn rêxistina herî xurt e. Wekîlê grûpa radîkal “Selefî”yan Alî Vanîs, di trimbêla xwe de bi jinek 23 salî re hat girtin û bi xirrê Hiznî Mubarek girt. Alî Vanîs ê ku rîha wî metro û nîvek dirêj e û her tim bê derpî digere, jinek 23 salî dixe trimbêla xwe, derpî jê dişemitîne û di trimbêlê de bi navê dîn, bi navê xwedê qûşê li jinikê diqetîne. Piştî ku polîsan ew di ser jinika 23 salî de girtin, îcar qûneko xwest sûcê xwe înkar bike û gotiye “ew jinik xwarzêya min e, ji ber nexweş bû min trimbêla xwe kişandibû qiraxa rê” û daye zîtirkan.

Erê lo, Alî Vanîs û xwarzêya xwe di trimbêlê de bê derpî, şût û rût tên girtin û kurê kerê dibêje “ew xwarzêya min bû” filan û fîstan.

Kuro hey kurê nizanim çi, ma çi îş û karê xwarzêya te bê derpî di trimbêla te de heye hi? Ma xwarzê li cem xalê xwe şût û rût digerin oxlim?

Aha rîhdirêj û tarikselat ev in ha gelî xwendevanan. Kurên dêlê bi navê dînê îslamê, bi navê xwedê çi zinêkarî hebin dikin û piştre jî bi navê xwedê partî û rêxistinan ava dikin.

Law ji van rîhdirêj û kirasdirêjan bitirsin, ji wan dûr bikevin eman eman, xwe nêzîkî wan nekin. Bi dîn û îman heke hûn xwe nêzîkî wan bikin, wê bi rîha xwe we bi darekê ve girêdin, derpî ji we bişemitînin û heta bi qurmik li we rast bikin û hûn sax…

Qahîre

About The Author