Hemîdo lotikek xwar û hat girtin

Qatil û canîyê kujtina Mûsa Anter Hamît Yildirim, li Şirnexê, li gundê xwe, di mala xwe de ji alî polîsan ve hat girtin û lotikek xwar. Hamît Yildirim ê ku ANF berî 4 salan nav, paşnav û navê gundê wî jî eşkere kiribû, ne ji alî dewletê ve û ne jî ji alî hevalleran ve nedihat girtin an jî nedihat kujtin. Lê Hemîdo îro ket xefika polîsên Tirko û berê wî dan Diyarbekira xopan.

Wek hûn zanin xalê me Orhan Mîroglû jî di wê êrîşê de brîndar bûbû û ji mirinê filitîbû. Mîroglû di vê derbarê de ji %95 dibêje kesê ku êrîşî wan kiriye ev kes e, ango Hemîdo ye.

Axir, ev lotik ji Hemîdo re jî nema û polîsên Kasimpaşalî Receb qûş lê qetandin û ew girtin. Îcar wê dozger û dadwerên dadgeha Diyarbekirê çend qeraseyan têxin wî, wê wî berdin an ceze bikin ez nizanim.

Şirnex

About The Author