Epraxên bi sîr yan bê sîr?

Li ser bextê rojnam Rûdaw be. Dibêjin şahciwana başûrê Kurdistanê xanim Şênê Ezîz Ako ji Rûdawê re gotiye: „Canekem, ez ji epraxan (pelên pêçayî) pir hez dikim. Sibê, nîvro, êvarî bixwim jê têr nabim. Herweha ji melevanîyê (avjenî, sobanî) jî pir hez dikim kaka. Karim deh caran herim vî serê hawiz û wî serê hewiz“ filan û fîstan.

Lê ez tiştekî meraq dikim.

Gelo şahciwana me ji „epraxên bi sîr“ hez dike, yan ji yên bê sîr? Gelo Rûdaw jê pirsîye ka sîrê jî bi ser epraxan dadike yan na?

Axir, ez li vir bangekê li şahciwana başûrê Kurdistanê dikim.

Eman, eman epraxên bi sîr nexwe!

Êdî tu şahciwana Kurdistanê yî, tu delala ber dilê xort û kala yî, bela tam û bîhna sîrê ji dev û pozê te neyê Şênê xan!

Xwe ji sîrê dûr bixe…

Lê tu pîvazan bixwî nikarim tiştekî bêjim canekem…

Oslo

About The Author