Hengameyek bi xumam

Dîsa hengameyek bi xumam li ser serê Kurdên bakur tê gerandin. Dîsa mij û dûman e, û dîsa ferman a Öcalan e. Dewleta Tirkiyê bi riya Öcalan dixwaze di serî de li Rojava û pêve girêdayî di temamê perçeyên Kurdistanê de PKK û zevatên wê ji qada astengbûna berjewendiyên Tirkiyê derxe.

Her çiqas AKP wek mîsyon ji mîsyonek Tirk-Îslamê ango veryasona Kemalîzmê a rast wergirtibe jî, gavên ku di vê pêvajoyê de davêjin ji bo pêşeroja Tirkiyê ronahî û ji bo pirsa Kurd jî bû îqrara înkara hebûna milletê Kurd. Tabî hêjayî gotinêye ku xwedanê îkrara milletê Kurd di heman demê de, dev ji YEK YEK îya xwe jî bernadin. Ger mirov di vê çarçowê de bersiva pêvajoyê bide, divê mirov bê şik li destpêka vê pêvajoyê binere.

Çi dibêjin rayedarên Tirkiyê: „Ev projeya dewletê ye, bila kesek ji me nekevin şikê ku emê Tirkiyê texin qonaxek xirab û dest bavêjin wan xalên ku ji bo temamê milletê Tirk xetê sor in“.

Li gor qeneeta min mirov kare bersiva pirsê di van xetê sor de bibîne. Çibûn ev xalên sor?

1) Yek dewlet, divê dewleta ûnîter bê paraztin.

2) Divê zimanê resmî û perwerdê bi Tirkî be. Ti zimanê din wê neyê bikaranîn.

3) Wê di zagona bingehîn de behsa ti neteweyên din neyê kirin.

4) Wê ti netewe bi nasnama xwe nikaribe partiyan veke û xebatên siyasî bike.

 

Îcar ger mirov xal bi xal daxwazên xwe bîne ser zimên, bi ya min divê mirov beravajî van xetên sor ên Tirkiyê daxwazan bike.

1) Îkrara înkara nasnama milletê Kurd divê bi guherandina zagona bingehîn bê qebûlkirin.

2) Yek dewletbûn kare bê paraztin bi şertê şirîkatiyek wekhev.

3) Divê her netewe bi nasnama xwe mafê xwe birêxistinkirinê û avakirina partiyên siyasî, xebatên xwe bi ziman û nasnama xwe bikaribe pê propaganda yanî siyaseta netewa xwe bike.

Li gor bahweriya min ev xal mifteya çareseriya pirsa Kurd e. Ji ber ger Kurd bikaribin bi nasnama xwe rêxistinên xwe ava bikin, we gavê wê astengên di navbera temamê civakê de ji ortê rakin. Bela wê her civak bikaribe li gor berjewendiya civaka xwe projeyên xwe yên siyasî biafirïnin. Ev yek jî wê rê li ber her fikrî veke.

Wek mînak, ew kesên ku Kurdistanek serbixwe diparêzin û ew kesên ku Tirkiyebûyinê diparêzin, bi şertê ku civat yan jî milletê xwe qana bikin, bi rehetî karibin xwe li ser Tirkiyê ferz bikin. Her wiha ji bo wan kesên ku dewletek federe jî diparêzin wê ti asteng nemînin. Hetta wê hinekên mîna min jî derên û bêjin ku, ez bi Tirkan re bi şirîkatî dewletek ku pêşeroja wê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa ji dewletek Kurd a serbixwe ku di Rojhilata Navîn de wek dewleta Iraqê, Erebistana Suudî yan jî Dûbay be, baştir dibînim, derkevin.

Ez dixwazim di dawiya gotara xwe de hêviyekê ji beşa mezin a cepha Kurdan yanî ji PKKê bikim. Di vê qonaxa ku berjewendiyên hukûmeta Tirkiye û tevgera Kurd hevqasî nêzîkî hev û hetta ketibe nav hev, ti wextî hevqasî li hev nehatiye. Ji ber vê jî divê PKK ji bo berjewendiya miletê Kurd bê qeyd û şert guherandina sitratejiya ku li ser esasê çek danînê biguherîne û metodên demokratîk û ji şiddetê dûr biafirîne. Madem PKK doza Demokratîk Cimhûrîyetê dike û xwe ji federasyon yan serxwebûna Kurdistanê bi dûr xistiye, gerek PKK wê cesaretê di xwe de bibîne û bi xwe bawer be ku karibe bêminnet çekên xwe deyne û dakeve qada siyasetê, siyasetek sivîl û demokratîk ji xwe re bike armanc.

About The Author